Mem ARARAT - Rêwî

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 16 вер 2024
  • RÊWÎ
    Li xwe digere rêwiyekî ne ji vir
    Mîna teyran li ba dibe li dora xwe
    Got ne ji vir im ,ne jî ji tu wara me
    Lê dîsa jî digerim li xewna xwe
    Li deşt û çiyan, li zozanan,li gund û li bajaran lê lê
    Li jêr stêrkan gerîn ne hêsane lê
    Stêrkên dibişirin dişibe çavên wê
    Rêwî got 'Stêrkê tu çavê kê yî?'
    Stêrk tenê lerizî û geriya li şeva xwe
    Li deşt û çiyan, li zozanan,li gund û li bajaran lê lê
    Gotin û Muzîk : Mem Ararat
    Keman : Bilind Şakir
    Tembûr : Mem Ararat
    Bass,perkusyon,edît : Mesût Yucel
    Mix and Mastering : Nîhad Jemsher
    Aranje : Mem Ararat, Mesût Yucel
    Dostên delal, em vê hefteyê bi strana 'Rêwî' li pêşberî we ne.
    Ez bawerim gelek dostên me ev stran ji performansên me yên zindî guhdar kirine. Min ev stran si sala 2007 an de nivîsand. Ev stran bû şahidê wextên dijwar yê çîroka min a takekesî. Ji xwe ji xewên herimî û ji şikestinekê derket holê.
    Ji şevên dirêj gazî mirov dikin nerehetiyên wî/wê û kesên xew lê herimî be bêgûman bûye xwedî derfetek fêrbûnê li zimanê bêdengiyê dostên delal. Weke rahmetiyê Nietzsche jî gotî: Mirov salekê hiş bibe dibe kû fêri axaftinê bibe. Rêwî ceribandina axaftinekê ye dostên delal û hewl dide bi şevekê re biaxive. Nizanim çiqas peyvên hêjayî gotinê li xwe zêde kiriye, lê bi hêvî me serê dost û guhdaran neêşandibe. Silav û rêz bo hemû dost û guhdaran.
    Mem
    itunes.apple.c...
    open.spotify.c...
    www.memararat.org
    / araratmemm
    / araratmemm
    / memararat__official
    / memararat

КОМЕНТАРІ • 538