Mem ARARAT - Rindê

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 3 жов 2024
  • Ji rojeke Çileyê,ku dişibe rojên payîza paşîn ,ji xewlana min heta ba we rêz û silav ji we re gelî dost û hevalan.Li derve qirsayî heye û daran hemû pelên xwe weşandine.Di dilê min de şikestinek dişibe dema qeşa dikeve li Gulanê û a niha li ber dengê Şakiro û Fadilê Kufragî ji we re dinivîsim.
    Sala 2022 an têra xwe em westand û bêgûman car caran dilê me jî şikand,lê dixwaz im hun jî zanibin di dil de hêvî her gurr e dostno.Bi hemû hêza xwe em ê hewl bidin sala 2023 an bikin saleke xweştir.
    A niha bi kelecan im lewma dixwaz im mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumek nû, kû navê wê " Keskesor"e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dunyaya gewrik.Di vê albumê de ez ê hewl bidim sitranên xwe yî ku ev demek dirêj e di arşîva min de sekinî ne bi we re par ve bikim.Ji van stranna hinek jê nêzî 20 sal berê hatiye nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim.
    Strana bi navê "Rindê" di sala 2011 an de hatiye nivîsandin. Ji bilî çend sererastkirinên piçûk min dest stranê neda.
    Gelî canik û camêran, weke hun jî dizanin muzîk karekî kolektîf e û ev album bi qasî keda min e keda hevalên min ên keda xwe tev li keda min kirine jî...
    ji bo ked û dostaniya wan ez malavaniya hevalên xwe yên muzîkjen Nihad Jemshere ,İlkan Pala,Serkan Çelîk,Hüseyîn Can Pala dikim. Malavaniya hemû malabata Zîz Muzîk dikim.
    Û bi taybetî malavaniya Sozdara delalî dikim.Lewma keda wê li ba min ji çiyan û bahran mezintir e.
    Hezkirin bo we hemûyan...
    Mem
    RINDÊ
    ji pirsên stûr, ji gotinên bi bar
    Bi ruhê westiyayî,ji taqetê bê par
    Bi sebra Eyûbê kû kurma ew xwar
    Hatim gihîştim peravên te rindê
    Bûme keştiya rizgarbûyî ji bayê
    Ji sermayê ,ji berfê rindê...
    Hevalê hevalê hevala min
    Şirînê delalê were ba min
    Herdeman em ê li ba hev bin
    Heta dunya û zeman hebin
    Ji bêhna agir,ji bêhna sincê
    Ji bêhna benîştê li birîna dara kajê
    ji bêhna nêrgizên bexçê jiyanê
    Tu hatî tu tê li ser çavan rindê
    li ser herdu çavan ,li ser seran rindê
    Gotin û Muzîk: Mem Ararat
    Gîtara Bas : Serkan Çelik
    Gîtara Klasik : İlkan Pala
    Sê Têl : Hüseyin Can Pala
    Mîks û Masterîng: Nîhad Jemsher
    Tembûr, Cûra : Mem Ararat
    Aranje : Mem Ararat
    Vîdeo Klîp: Robîn Lîon
    itunes.apple.c...
    open.spotify.c...
    www.memararat.org
    / araratmemm
    / araratmemm
    / memararat__official
    / memararat

КОМЕНТАРІ • 3,8 тис.