82-Parastina geleki_82_ Beşa

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 21 жов 2024
  • Reva ji rastiya civakî, ji texmînan jî wêdetir zehmet e. Bi taybetî, eger mirov bi nijad û kokê, bi civakê ve girêdayî be, ev rastî hê wisa ye. Pêşbirka pêvajoya civakîbûnê bi dayikê re, li derdora heft salî dest pê kir û bi gotina gelêrî heta heftê salî wer diçe. Bi awayekî ilmî û zanistî jî hatiye tespîtkirin ku dayik hêza bingehîn a civakîbûnê ye. Gunehê min bi xwe yê yekemîn ew bû ku min ev mafê dayikî bi guman dît û min pir di temenekî piçûk de biryara civakîbûna xwe da. Li gorî tespîtên dawî yên ilmî, di gerdûna me ya bîst mîlyar salî de civaka mirov bi awayekî taybet afirandiye, minê curet û cesaret bikira bê efendî û dayik bijiyama û ev mijareke bi serê xwe hêjayî lêkolînê ye. Eger min guh bida hişyariyên diya xwe û hewldanên wê yên fetisandinê li ber çav bigirta belkî rê li serhatiyên min ên trajîk venebûna. Lê belê dayika min, semboleke dawî ya bermahiya xwedawendên hezar salan bû ku hem diqediya û hem jî bermahiyeke neçar bû. Ez bi wê zaroktiya xwe hem ji vê sembolê netirsiyam û hem jî min hewceyî bi hezkirina wê nedît ji bo ez xwe azad his bikim. Lê min dizanîbû şertê jiyana min bi parastina namûs û şerefa wê dibe, min ev yek jî ti car ji bîr nekir. Minê şerefa wê biparasta, lê bi awayekî min çawa rast dizanîbû. Piştî ku min ev ders ji xwe re derxist, êdî dayika min ji bo min tinebû. Ew bermahiya xwedawendan li bala min nebû û min hîç meraq nedikir ji bo min çi his dike. Veqetîneke zalimane bû, lê rastiyek bû. Ez nizanim kehanetên wê bûn yan jî nifirên wê bûn, gotinên wê di kêliyên giran ên trajîk de timî bi bîr dihatin. Gotinên wê rastiyên mezin bûn, hozanekî hêja jî nikarîbû tespîtên wer bikirana. Rastiyek wê ya mezin jî ev bû; `Tu bi hevalên xwe pir ewle yî, lê tê tenê bimînî.` Lê rastiya min jî hebû, minê bi hevalên xwe re civakîbûn ava bikira

КОМЕНТАРІ • 1

  • @SeyiduseydSeyduseyid
    @SeyiduseydSeyduseyid 12 днів тому

    Beri her çı yi u çiye Rojbuna ku insan jera buyi yar bira ki Neçuye kekira bıbe neyarji
    Ferq elekatar kera nake zanestiya mırovatiye ev bı xuye bıxø dest pekêké Yar'a bir eve ku jı çıkas birdabe , desteki pe u pepık be cot u cutık
    şıvan xalıkın he dıbın birdar kur bı kur dan dange her dori dınyaye cur bı cur zordare
    ku hemuşk incana hemesh dıkın be xeberdan dı be şir ro ve nakın, ku şehadiya tevgera O'layi pe kêké ber fıtrata xelili Xudai Xubere dıbe bersıveki ter u tıji vi çaxi pegıhiştın be Deng be hes her cureyi coş u curret bang dıbe çar yali esman belavdıbe dıve
    Bir be péké nay Ték'é
    Xenci pegera yekıtiye
    Baveri ser kişki vekıtiyebe
    Xeyni Vekheviya kevm u kewmayeti tı tıştık, u çı kijan veke Cudayetiye vekgotına çirokamıllete kale kalan şirove lıser yekıtiya birubaveri tek'ılıya be gıliye çekıltara yek yek tèk nabe, insan vekexu çartışti vek tıli pencu penc dıbine eger kar kara şıvanabe bı hezara hezardayibeji cot bı cot akubet dıhevine, eger kar kara navdar Mervanabe ne bavmezıne Dirokvelat u netıneji vırvıroke Pirhevok xelat vek desttaru desthılat veke şervaneki nahesıvinın ku ser deste sıva
    ola hış nav tevgera mejuye xeyel pevist u bı hışt vek kevoke Kølilka dısıvıkinın
    Edi her yek kes bı kes tene xørane
    heski zordariya merdani jora dunyaye dor bı dor dı pivane
    Heskiji, pe kerkıltare demokruti nemruti ser ruye dınyaye hestu ramanenxuye kırrej u kuffari ru bı ru ki her Ali nav gemmarda levıtandıne jı vi pèki cevhera hevditıne piru pakış anji lewte gemmar jı pivana bı peyvinın, ber ru erde tene gorra Kurdayeti vek kuran'iya Hemzeyeti veki mus'ab kesayeti vekheveki Vekheviya xenci vi yeki her cudayeti xeyni gune gola heşine, ne teda kesk dıherıke ne sor veke Arşe Ala ber ba kur da dıcerrıbe, u ne jı neji zer lı ser Deştaxu rumeta jiyane veki şervane dınyaye dıji
    Çı buye ku buye jı cakeji çı dıbe bı'La bıbe seriki tene heyya roja Edlxane Rumeta zer ku nav dıle evde xalık, u keska ye'şin dı van kırre gır esma'na
    Sora lı xun hetta roja ebediyete tım lı tım u hertım bıji
    REBER'O
    .
    ,
    '