Akademiya Şehîd Bêrîvan dewreyek şervanê nû vekir

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 25 тра 2019
  • Akademiya şehîd Bêrîvan ya şervanê nû dewreya bi navê şehîd Evrîm amed ku ji pêkhateyên kurd pêk tê vekir.
    Li kantona Hesekê, bi dehan şervanên YPJ’ê ji herêmê cuda beşdarî nava refên YPJ'ê bûne, perwerdeya wan ya 45 rojî dewam dike dest pê kir.
    Vekirina dewreyê bi merasîmeke leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de fermandara YPJ'ê Rûken EFRÎN xîtabî şervanan kir û wiha goty; “Em vekirina dewreya şehîd Evrîm di serî de li Rêber APO, hemû şehîdên tekoşînê, li gelê welat- parêz û hemû şervanan pîroz dikin. We bi vîna xwe biryara gavavêtina yekemîn ya nava refên YPJ’ê de daye û îro hun li vir kom bûne. Ev gavekî fedaî û bi wateye. Her tevlîbûna jinek ya nava tekoşîn û şoreşê tê wateya redkirina pergala serdest û paşverûtiya civakî. Em jinên ku di rojhilata navîn de dijîn pêwîstiya me ji her kesî zêdetir bi tekoşîn û azadiya kesayetî heye. Ev derfet di nava YPJ’ê de heye ku her jinek cihê xwe di nav de bigre û têbikoşe.”
    Efrîn, her wiha bal kişand ser girîgiya perwerdeya fikrî, leşkerî û siyasî û wiha got; “Em bi saya fikir û felsefeya Rêber APO ku ji bo jin ava kiriye îro kesayetiya xwe nas dikin û fêrî rêbazên tekoşîn û şerkirinê dibin. Xwe perwerde kirin, bingeha gav avêtina gavên rast di jiyanê de ye. Hûnê di vê pewerwerdeyê de hem dîroka xwe û hem jî rastiya xwe nas bikin. Li ser vê bingehî nêzîkatî were raberkirin, wê perwerdeya hûn bibînin bi encamên mezin bi xwe re ava bike. Ev perwerdeya hûn niha bibînin di demeke dîrokî de ye, bi zanebûna vê demê re tevlîbûn girîng e. Em her şervaneke YPJ’ê lazime sekna Leyla û hemû berxwedêrên grava birçîbûnê ji bo xwe bikin pîvana jiyan û tekoşîna rast. Heya ku em xwedî seknên weke Sara, Leyla Zîlanan bibin wê tekoşîna me bi serbikeve.”
    Fermandara YPJ'ê Ruken Efrîn, di dawiya axaftina xwe de, ev anî ziman; “Em ji hemû hevalan re serkeftin dixwazin û ji vir heya Bakûrê kurdistanê çalakiya Leyla guven û hemû berxwedêran ji dil silav dikin. Heger îro roj tevlîbûn di nava refên YPJ'ê de zêde dibin ev hemû berhemê ked û sekna van hevala ye.”
    Merasîm bi avêtina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî merasîm bi dawî bû şervanan soza xwe dan û govend gerandin.
    Navenda ragihandina YPJ’ê

КОМЕНТАРІ •