Helbesta Kurdî Arjen Arî Şêrgele Deng Hesenê Cindî

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 13 вер 2024
  • Hun bi xêr hatin qenala min.
    Ez vê qenalê bo weje, çand, hûnera Kurdî bibe alîkar vedikim
    Ger we eciband hun dikarin bibin abone...
    ji bo wêneya spas Mem Artemêt
    Arjen Arî - Şêrgele
    şîrê şêr di eyarê şêr de
    şêrgele hebûn şêrgele
    çi mê çi nêr
    li berpalên agrî kite-kit dînemêr
    li zaxrojan kur î kurroj
    û
    sîng kele!
    ristek xerîbî ne d’ stranekê de
    hin di qefesan de lexebkirî, baz
    çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
    kêl spartî çiyayê xewnan
    ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
    şêrgeleyek bû mîr bedirxan!
    şêrgele hene; dûre-war... û bendî
    şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
    şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinark
    bi navê leylê, û şerefkendî!
    çiya sêwî ne niha bêyî wan
    helgurd sêwî ye
    sefîn sêwî, sîpan sêwî...
    çeper bêxwedî ne li cûdî
    li lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
    kî bûn ew hokê hokan?
    ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
    kî bû lo, kî bûn
    ew ên dil pola
    û
    gurçik risas? !
    şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
    şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
    şêrgele hene, ji azadiya bi gon
    di bin axa sar de b’ axîn razayî!
    di binê aşûteke xezeb-spî de man
    an çûn li ber pêlên aveke tezî?
    xwezî ez miribûma, û hew bû!
    newal bê guh diman... û şer bû!
    çiya bê ser diman... û şer bû!
    şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
    şer bû...
    şer bû...
    şer bû...
    mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
    şêrgele hebûn: şêr î şervan
    û xewna wan xewna her kesî!
    şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
    şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
    şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
    li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!
    hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî
    bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:
    dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan
    jiyan asikeke por-ewr bû
    sîrwan çefî-sor simbêl qeytan
    bûka agirî bû destgirtiya azad
    medya esmer esmer, şar kesrewan…
    kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
    her nav çiyayekî asê
    her nav dastaneke dêrîn
    her nav dîrokeke wextbirr...
    min navek li kurê xwe kir:
    rizo
    kalo
    berzencî...
    min navek li kurê xwe kir:
    qadî
    simko
    barzanî...
    min navek li kurê xwe kir:
    mazlum
    gabar
    munzir...
    min navek li kurê xwe kir:
    yek mir, sedî tol hilanî!
    şêrgele hebûn; koçek koçgirî
    şêrgele hebûn li hembêza agrî
    şêrgele hebûn bi nav ihsan nûrî
    şîmal bi şîmal barzan bi xwe bûn!

КОМЕНТАРІ • 1