Mem ARARAT -Xatirxwestin
Вставка
- Опубліковано 12 вер 2024
- 🔴Her hakkı saklıdır,izinsiz kopyalar telif ihtarı ile kaldırılacaktır)
(Hemû mafên stranê parastî ye. Bêyî destûr kopî kirin qedexe ye.)
Dostên delal, ev stran bermahiya sala 2012 ye û di albuma me ya duyemÎn,ya bi navê ‘ Kurdîka’ derçû bû.Kurdîka di destpêka sala 2016 an hatibû parvekirin.Min xwest dîsa li ser vê stranê bixebitim û ji nûve şîrove bikim,lewma ji ber kû wan demên em li ser albuma bi navê ‘Kurdîka’ dixebitîn di warê teknîkî de derfetên me gelek kêm bû. Hin tişt di dilê min de mabû ya rastî. Me ev stran ji nû ve ji bo xwe û we xwend. Em bi hêvîne me serê we neêşandibe.
Silav û rêz û hezkirin bo we hemû dost û heval û guhdaran…
Mem
XATIRXWESTIN
Sî girtiye qeraxan
Wextê dil û xatiran
Min got min bi rê bike
Ne got erê ne got na wa yarê ha yarê
Derengiyê rojê bû
Agir bi dil ket hil bû dû
Da rê û ji ba min çû wa yarê,ha yarê
Wa yarê mal wêranê
Min got ez çiyayî me
Evîn pîroze li ba me
Kincekî ji agire
Diişewitîne,dişewtîne wa yarê ha yarê
Min wê rojê xewnek dît
Zîn’ek û evînek dît
Birîne ew sed birîn wa yarê ha yarê
Wa yarê mal wêranê
Gotin û Muzîk : Mem Ararat
Keman : Baran Ertaş
Tembûr : Mem Ararat
Perkusyon,Edît,Mix û Mastering : Azat Yilmaz
Vokal: Azat Yilmaz, Mem Ararat
itunes.apple.c...
open.spotify.c...
www.memararat.org
/ araratmemm
/ araratmemm
/ memararat__official
/ memararat