Şakiro Ferzende Beg
Вставка
- Опубліковано 6 жов 2024
- Şakiro kilama Ferzende Beg dibêje...
Li ser Ferzende Beg û malbata wî gelek kilam hatine gotin. Yek ji wan jî, wek ku hûn niha guhê xwe didinê, li ser Şerê gundê Navorê ye. Di vî şerî da Ferzende Beg bi tevî jina xwe Besra, dîya xwe Asya Xanim û kurê xwe yê heft salî Elfesîya sê roj û sê şev di ber xwe dide. Dema Ferzende Beg birîndar dikeve û ji hal dikeve, Besra’ya jina wî tivinga mêrê xwe hildide û şereke lehengî dimeşîne ta ku dîl dike.
#şakiro #seregol #dengbêj #agirî #kilam #kurdî #kürtçemüzik #music #trend #ağrı #ferzendebeg
Axao hey li min , li min li min
Wê maqûlo hey li min ,li min li min
Asyayê ,bi sê denga bang dikirî go ; de lê lê besrayê!
Dayê rebenê! sibe ye şereka li me çêbû,qaleka li me qewimî li sura kabirîsana
Li hewşa kafirê Emer Tûman weyla li mi’nemayê, tu sêr bike îro ji êvar de li ser kaniyê …. Ayyyyy
Îrooo
Ji êvara Xwedê da tê gurmîna tometîka vî zalimî nemînim ser tavê borî
Ecem e ,bê şî mezheb e dîn û dişman e ,gule barûdê ser serê me de barî fenanî tavyê
Va zalima dîn e û duşman e tu dêr bike ,malxirabo li me biriye,nade me da deqe û mohlet û sanî
Besrayê bi sê denga bang dikirî go;Ferzende, mala te xira be te digo ez Ferzende me,ez Ferzende me
Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordiyê de mêr ser mi re qe tune ne
Go; Besrayê agirê kulê di qafiyê te ketê ,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî brîndar im
Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e ne şerê dozde bavê eşîran e
Hewşa kafirê Emer Tûmanê ecem e,bê şî mezheb e , bê dîn û bê îman e
Li ser serê me hurmînê topan e ,giregirê tometîkan û makîneliyan e
L i me biriye deqe û sanî,nade me de tu mohlet û tu eman e
Gavê dina li qarişê şerîeta Mihemed sekinye,ji êvar da ji min re dixwîne meydan û ferman e
Îro , ji êvara Xwedê de gelo vê sibengê,ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im
Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e
Heyfa min nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e
Heyfa min tê li wê heyfê, ji êvara Xwedê da,li qarişî mi j’mi lave dike rutûb û nîşan û ulametên Hemîdiyê
Lo Axao wele nabî bile nabî
Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxasî bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê ,tu cara tu zemana jê venabî
Cewabike ne’b xêrê hatiye,dibê îro sê roj e sê şev e
Erz û eyanê mala Emer li kavilya Îranê ,li ser piştê mane gazî nabîne sitar tunîne lê peyabî
Eskerem bin , eskerem bin
Em berxê mala Emer bin qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin
Kerem digote Evdal ,digo ;Em du peyayê Mistefa axa bi tayê bi tenê bin ,
berxê mala Evdalê Mistê bin, bi maleke mînanî mala Emerê Gulîxwuran bi heval bin
Sêr bike li me û li vê zulmê,çar taxayên qeceran û sêrbazan û papagelî
Derê qonaxan li me bigrin ,va herdu malên Gulîxwuran bibêjin ,law tivingê destê xwe daynin teslîmê selingê destê me bin …ayyy
Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin
Sustema ji stuwê xwe da bînin,qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin
Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i
Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne ,
Mirîd û canfîdayê mala şêx in begooo
Bê Axao hey li min , li min ,li min
Asyayê bi sê denga bang dikirî go;de lê lê lê Besrayê!
Dayê rebenê sibeye, şereka li me çêbû
Qaleka li me qewimî,li sûra kabirîsal e, li hewşa kafirê Emer Tûman
dayê rebenê wa digere
Mi dî teyrê ecelê ji êvar de li ser serê Silêmanê Ehmed komê Hesena ji êvar da tev digere
Bawer bike qerebalix e yeqîn şer e
Asyayê digote Besrayê;dadayê! dergûşa milê te lawîn e
Tu bi destê Efrasiyab bigire ji navê derkev here
Go; lê dayê rebenê, ji te ra ne eyb e,tu ji min ra dibêjî gotinê were
Bira dergûşa milê min,li dora lingê eşîra mala Emer herdu peyayê mala Mistefa axa tev bigere
Besrayê bi sê denga bang dikirî go ,Ferzende, mala te xirabî ,te digo ez Ferzende me ,ez Ferzende me
Ez bavê Efrasiyab ,siwarê Eznewur im ,xwudanê kiçûk çapiliyê me,li welatê dordincî Ordî mêr ser mi re qe tune ne
Go; Besrayê ,agirê kulê di qafiyê te ketê
Ezê bi cotegulê tometîka vî zalimî birîndar im
Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e
Eva ne şerê Hesenan e,ne şerê Heyderan e,ne şerê Cîbiran e,ne şerê dozde bavê eşîran e
Hewşa kafirê Emer Tûman e ecem e bê şî mezhebe,bê dîn û bê îman e
Li ser serê me hurmînê topan e,giregirê tometîkan û makîneliyan e
Li me biriye deqe û sanî nade me da tu mohlet û tu eman e
Gavê dina li qarişî şerîeta Mihemed sekiniye ,tu sêr bike ji mi re dixwîne meydan û ferman e
Cinyazê Silêmanê Ehmed komê Hesena li pêş çavê min e
Heyfa mi nayê bi kuştina Silêmanê Ehmed komê Hesenan e
Heyfa mi tê li wê heyfê ,ji gavê dina dikim nakim ,tilya min a şerdê ji xwe ra li min nagere(Heyfa min tê li wê heyfê,îro ji êvara Xwedê da bi cotegulê tometîka vî kafirî birîndar im ,dikim nakim tiliya min a eşedê ji êvar de l imin nagere)
Lo Axao ,Wele nabî bile nabî
Şer giran e Keremê Qolaxazî mêrgî mêrxas î,bi sê gula birîndar e ,tê kuştinê tu cara,tu zemana jê venabî
Cewabike nebxêrê hatiye,(Dibê) Îro sê roj û sê şev e
Erz û eyalê mala Emer li kavilya Îranê,li ser piştê mane gazî nabîne, sitar tunîne lê peya bin
Eskerem bin, Eskerem bin
Em berxê mala Emer bin ,qaçaxê romê bin fîrarê dewletê bin
Kerem digote Evdal,digo em du peyayê Misefa axa bi tayê bi tenê bin
Berxê mala Evdalê Mistê bin,bi maleke mînanî Mala Emerê Gulîxwuran ra bi heval bin
Sêr bike li me û li vê zulmê,çar texayên qeceran û sêrbazan û papagelî
Derê qonaxan li me bigirin,ji va herdu malên Gulîxwuran ra bibêjin,laowo, Tivingê destê xwe daynin ,teslîmê selingê me bin …Ayyy
Ê de lê-lêxin , bavê bavê mino de lêxin
Sustema ji stuwê xwe da bînin
Qûndaxê Martêlyan û Çapiliyan li erdê xin
Em hene ji berê de baş de qaçaxê romên i fîrarê dewletên i
Berxê mala Emer in bi çûk û mezinê me rabûn û ranebûne
Mirîd û Canfîdayê mala şêx in begooo
🌹
Eri bra
Bu büyük sanatçıya yorum yazarken lütfen basit yorumlar yapmayalım..Şakiro'nun tüm.eserlerinin derin tarihsel hikayeleri vardır..Önce Ferzende kimdir onu bilelim lütfen...Senin ve senin gibi bu kültürü yaşatan herkesin önünde el pençe divan duruyorum..Ruhun şad olsun...
Allah kürtlelere dert vermiş , derdini anlatmasını için deee ses vermiş.💝💝
Allah mekanı cennet etsin iyiki sizin gibi şahirlar varmiş
Lo axa ooo welle Nabi bileh nabı ere şahe dengbeja rıhma xwede lıtebe
Ji kudereyi bira?
Bu parçanın hikayesini bildiğimden olsa gerek her dinlediğimde boğazım düğümleniyor...
Ağrı direnişi 1928 den bahsediyor
Stran li ser Ferzende ji eşîra Hesenan e
Mileti be devlet dişte deste milete kurd nehat ji boy te derde te derde mileti me nay birvakirin rihma ğude boy te be dengbej şakir abi
💱😒🎢
Anlarsanız ne dediğini varya şimdi kendilerine sanatçı şair diyenleri unutursunuz ferzende beg .
Allah rahmet eylesin inşallah mekanı cenet olsun çok güzel birses
Ağri direnişindeki birçok aşiretin başlarını ve yaralanmalarini anlatır
Mekanin cenet olsun
Mekan cennet. Keşke alt yazı olsa türkçe. Herkes anlardı. Çok ibretlik olaylar anlatıyor.
Na na kurdî têr a me dike
@@Guhertin 😂
Şahe dengbeja spas jı tere🙏
Axxxx mamoste rehma xude lı tebe
ben hasenan liyim haseniyiz
Dengbej TAHİRONUN kıraati çok farklı Allah ikisinede rahmet eylesin
Dengbej Tahiro ve dengbej sakiro ikiside efsane ikiside tarih ve edebiyattir sakiro sevgi klamlari Tahiro use béşiri kahramanlık klamlarının üstadıdırlar
Yorum ekleyin tü nmr şakiro❤❤❤🎉🎉🎉🎉🎉❤❤❤❤❤😂😂😂
Çıqas hasena haydera cıbıra zırıka u kurde bı şeref heye jıtevara sılavu hurmet dıkım
Ez hayderime
@@selcukakcay8459 ser çava ezji cıbıri me
Ez heseni me 🙏
Ez zırıkime hınıs Erzurum
Selçuk tu jı kuderıye kejan bajare
Sılam u hurmet jı bo keda we
Rehme xwede li ser te be şakir.
Büyük hozanimiza saygılar her biji
Ferzender beg mîrê mîra
Heyfa te bavê Elfesya.
Xale şakir 😣
Şahe dengbeja .şakiro
Is there any lyrics of shakiros songs?? I need the lyrics...
Yes of course, there are many on the internet.
@@seregolaintabe7325 show me pls!
Her biji
Tew bra tew ❤️❤️
13 bin
Ere wele
Yazık 7 bin görüntülenme gelmiş
Raste bra lê ev klam bî rêya kanalên cur be cur hatiye parve kırın heri kêm 70 hezar hatiye guhdarkırın ev ji tıştek başe ma ne
70 bin😏
157 bin 🎉
Eceme beşinci mezhebe ne dine ne imane .
Meydane fermane
Ew seregola gundê ebexêye gelo?
Cok ağlıyorum
Ferzende Beg hesnan
جان جا ن شکرو
Bu ağıt kime yazıldı bilgisi olan varmı ?
@@Nympnym bu Ferzende bey kimdir acaba. Hangi ferzende? Bilginiz varmı
@@Nympnym Eyvallah.
Biliyorum çok yakından hemde
@@saitalak742 Kim peki üstadım.
@@hikmetademoglu6916 Ferzende beg Hesenen asiretinin Reisi Süleyman begin oğludur Mire Mira yani yiğitlerin yiğidi ALLAH rahmet eylesin
ñh