Kampa mexmur- Hevalno Şehîd namirin
Вставка
- Опубліковано 15 жов 2024
- كهمپی پهنابهرانی مهخمور(شههید رۆستهم) ئاوێنهی مێژووی گهلی كورده
Kampa Mexmûr neynûka dîroka gelê Kurde
KAMPA MEXMUR
Ev gelê li Kampa Mexmûr, ewin ên ku li hember dewleta Tirk a faşîst sala 1991'ê li Bakurê Kurdistanê serîhildayîn. Di wê salê de serhildanek pir mezin li Bakur çê bu, li deverên Botanê yên wekî Cizîrê, Şirnexê, Geverê, Nisêbînê... Dewleta Tirk bi tundtirîn şêwaz, bi teknîkên herî pêşketî yên şer ev serhildan serkut kirin. Bêhtirî 4500 gundên Kurdan wî çaxî wêran kirin. Bi milyonan Kurd surgunî bajarên Tirkiyê kirin... Ev gelê Mexmurê yê bi hezaran, di sala 1993-94 de ji bo ku nexwastin teslîmî dewleta Tirk a faşîst bibin, bên surgun kirin û asîmle kirin berê xwe dan aliyê Başurê Kurdistanê... Ji bo ku wan bawerî bi Başurê Kurdistanê hebû û berê jî tevlî nava Şoreşa Mistefa Barzanî bibun û bi sedan şehîd jî dabun. Gelê Mexmurê fikir dikirin ku desthilata Başurê Kurdistanê qencin, başin û wê weke Kurd berê xwe bidin wan...
Lê wan nedizanî ku wê sedcarî zêdetir ji ya dewleta Tirk bi serê wan anî, wê li Başurê Kurdistanê bi serê wan were...