Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê teme Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê teme Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê teme Torevan û şa`irim îro li nêv xaka welat Xamekêşim dem bi dem ez xweş nivîskarê teme Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê teme Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina Tu ji min bawer bike dijminê neyarê teme Ger ku Tîrêjim bi rastî bîr û bawerya m` eve Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê teme.
Her bijî Reşad sorgul❤️💚❤️
Dest xwesh kak resad hozanaka pir xweshe
Deng û dilê te saxbe.mamosteyê hêja
Deng u dılete saxbe mamoste
دست خوش هفال بر خوشاا
Ey welat im can bi gorî gazina te j` min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê teme
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê teme
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê teme
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Totiyê kohê Metînim bazê Hekarê tema
şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê teme
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê teme
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j` koka sipîndarê teme
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê teme
Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
Rengê ala ku li banê şah û xunkarê teme
Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez
Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê teme
Berfa Sîpanê xelatim şîp û ava kaniyan
Madena zîvê sipî û cok û cobarê teme
Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda
şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê teme
Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê
Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê teme
Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim
Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê teme
Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amedim
Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê teme
Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez
Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê teme
Torevan û şa`irim îro li nêv xaka welat
Xamekêşim dem bi dem ez xweş nivîskarê teme
Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema
Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê teme
Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina
Tu ji min bawer bike dijminê neyarê teme
Ger ku Tîrêjim bi rastî bîr û bawerya m` eve
Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê teme.
👍👍👍👏👏👏❤❤
hêr bêji mêmostê hêja
Ba xudê galg xuşa mamusta
✌️✌️💓✋️✋️❤❤❤
Seet xwes herhebi
❤️🌹
Gelek sipas ji te re
Spas jıbonan edepyata u helbestı kürd an sıpas jıbonan Reşad sorgul re:
Tembora şivan behsa kê ye ?