Ciwan Tea - Harûn Elkî | Beşa 5.

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 7 лют 2025

КОМЕНТАРІ • 48

  • @arvan7022
    @arvan7022 2 місяці тому +5

    Harûn Elkî
    padîşahê roka kurdî
    nivîs: Emîn Botanî
    ..........................................
    jxwe mîna rastîyek epistîmolojîk û me'irîfeya hebûnê‌؛ çi tişt û çi kes dûbare nabe، lê derketina rih û hiş û zihniyetên afrîner û perwerdebûy weke çansekî mezin û bêhevtaye bo jiyanê‌ û keltûrê‌ mirovahyê bi tevayî.
    bi vê pêşgotinê em dixwazin li berahiyê bêjin، ku derketina rokvanê kurd (harûn elkî) bo strana modern li kurdistanê؛ çansekî bê hempaye bo hunerê‌ stranê û berguhdana (rok)ê bi mijarên kurdî، rokek ku xem û hesret û perîşanîya kurdan bi xweve helgire، pirsyar û lêgerîna mirovê kurd li dor hebûn û antolojya û bendeman û wendabûna xwe، harûn di rîya hewar û qêrîn û helbestên xwe yên tijî sîmbul û hêmayên gehî û afrandî، karekî weha kirîye ku strana rok weke hunerek biyanî rojavayî؛ kirasek xwemalî bike ber û bi mjar û motîvên kurdî û gêvrandina wê‌ di gel xem û xeyalên kurdan، ezmûneke serkeftî pêşkêşî hunerê‌ kurdî û cîhanê‌ jî bke، bi kurtasî ewa harûn dike؛ hunerê‌ roke bi çap û weşaneke kurdî..
    hunerê‌ stranê‌ û di nava stranê‌ de jî rok؛ valahî û hewcedarîyekî bingehîn bo raman û xem û hêrs û xewna guhertinê‌ û doza edalet û însafê‌ tije dike، jiyan û pergala mirovan hewcey harmonî û nermbûn û qencbûn û meyl û hezdarîyek erênî ye.. hizir û felsefe û helbest û stran û tev cor û janrên huner û edebiyatê weke têkstên nivîskî؛ bi her awayî lê bê nerîn؛ qala xem û xewnên mirovan diken. lê ewa têkst û stranên rok ji yên dî cuda dike؛ xem û hêrs û pirsyarên giran û nerînên kûr ên mirovan؛ bi lîvil û kêrvek bilind tir tên bihîstin.
    berîya (koma rewşen) û berîya harûn elkî، dinava kurdan de rok hebû، koma (weten) ya (kerîmê gerdenzerî) hebû، niha jî xortên kurdan hene li seranserî kurdistanê rokê dibêjn، lê ewê bêtir bûye dilxwest û favurîtê guhdarên strana rok û bi taybet li cem texê xortan û guhdarên bijare û antiliktwel؛ keseke navê wî (harûn elkî)ye، harûn kurrê çiyayên şirnex û colemêrg û zozanên fereşînê، li destpêka xortanîya xwede ji peyam û mesaca doza jiyanê û perîşanîya mirovan û xem û bêbarbûna netewa xwe fêm kir، weha dît ku gereke şerrên giran bi çekên giran werne kirin، lewa hunerê‌ rok û qêrî û hewarên vî corê stranê‌؛ tam li gorî birîna xortekî kurd hat؛ ku harûn elkî bû.
    rok weke dîrok berhemê piştî ceng û malwêraniyê ye، cengê‌ cîhanyê diwê‌ şewat êxiste hinavên gelek nivşên hesareya erdî، li demê ku koletî û hejarî û bê însafî û xewna mirovan besî vê dinyayê nebû؛ îna kedxwar û bazirganên xûnê‌ û makîneya berjewendxwazan car din ev cîhan avêtine nav ceng û kavlbûnek dijwar.. êdî weha huner û stran b peyv û ritm û hewarên tije hêrs û kevr؛ li êş û birînên mirovahiyê xwedî derketin.
    gelo di rewşekî weha de؛ netewa kurd mîna neteweyek bindest birînên wî çi qas har û dijwarin، û kurdistan weke welatek perçe kirî، brînên wê‌ çi qas kûr û bêçarin، bêguman helbestvan û hunermendên kurd bi tevayî dinav têkst û berhemên xwe de ev êş û birîn anîne ziman، bi dirêjahîya salanên şoreş û şewatê‌؛ ewan berxwedan domandîye؛ huner û helbest kirine makîneya helberîna hêrs û xem û xewnên netewa xwe.
    hindî ku girêday strana rok û mijara hunerê‌ roke û bi taybet li cem harûn elkî؛ li rojanên xebata (koma rewşen) û heta niha؛ ku harûn bi tena serê‌ xwe xebata xwe berdewam dike û roj bo rojê hê zengîn û geş tir dike، îro astekî bilind tir û dewlemendîyek mezintir weke huner û afrandin li cem wî tê dîtin، ew mîna navên diyar û afrînerên cîhana strana rok، bi zanabûnek fereh xwe nêzî demarên wê‌ pirsê dike ku jêre dibêjin xewn û me'irîfet û qencbûn، ziman û hizir û xeyal li cem wî bûne hêz û palwerek mezin bo afrandinê û çewanîya li darxistna ezmûneke xwemalî، avakirina rokek kurdistanî bi ziman û xeyal û cîhanbînîya kurdî، dinav roka harûn de؛ kurd û kurdistan bi hemî pirt û parên wan، ew dinav newalên dîrokê û derzên neheqî û sitemkarî û paşdeman û wendabûnê‌، radestbûn û berxwedan û nenasînê، bi dar û dranên xwe hewl dide ku xet û xêzên wan kodên wendabûyên jiyanê vebîne.
    harûn li prranîya hevpeyvînên xwede dibêje؛ ez distirêm û hewar dikim ku jiyan me'ineyê bide، ku xweşiktî û qencbûn li cem me mirovan bi be sekn û sunnetek bingehîn؛ jiberku huner û stran bang û alaveke jiboy me'irîfet û qencbûnê‌.
    ev dîtin û têgehştina hunermendekî kurd bo peyama huner bi hêsanî berhev nebûye؛ lê verêjekî weha piştî xwedahêlaneke kûr û ezmûneke dûr û dirêj encax mirov bikare bi dest bêxe، xweşhalîye ku encam û axaftinekî weha bi nirx û bihadar؛ berîya hizar û heft set salan ji aliyê helbestvanekî çînî bi navê (loçê) hatiye kirin ku dibêje: hunerê‌ helbestvanî rîyeke ber bi me'ine û ramanê‌، rîyeke ku cîhan ramanekî bide". ew weke helbest jî dibêje:
    em helbestvan rikmaniya nebûnê‌ dikin jiboy ku hebûnê bide
    em li deriyê bêdengyê dixin ku bi mozîkê bersiva me bide..
    herweha li dor hêza helbestvanî dide xwyakirin ku ( helbestvan erd û asmanan di nav rikeha formê de çember û êxsîr dike" ew nêçîrvanekî xurte؛ formê weke şokekê bikar tîne jiboy armanceke rijd û cesûr، armancek tije metirsî.. û karê‌ helbestvanî ne çaverêkirine ku qêrî û hewar dinav qirka cîhanê‌ de bi pengurre، lê gereke ew hevrrikyê li hemberî bêdengîya cîhanê‌ bike û me'ineyê jî bi ser neme'ineyê de bi sepîne، ew cîhanê‌ şîrove nake؛ lê cîhanê‌ nas dike û rasterast tama sêvê dêxe devê mirovan de.. bi kurtasî؛ harûn elkî dixwaze wê bike.. jiberku afrandine hunermendek bi kare bigehe astekî weha؛ cînalocya û kîmyaya demarên hizr û xeyal û huner û peyv û hest û me'ineyan bihevre girê bide û dengekê jê derxîne، wî dengî jî bike hewar..
    eve çansekî başe wekî me go؛ hunermendekî kurd li ser şopa dîtin û afrînerên mezinên cîhanê‌ gavan bavêje û hunerê‌ xwe lidar bixe.. helbestvanê‌ herî mezinê‌ cîhanê‌ li setsalîya derbazbûy bi navê (stîvan mallarmê‌)yê fransî jî؛ qala pirsekî weha kirye û dibêje" helbest ji hizran nayê çêkirin؛ lê ji peyvan tê avakirin، ew peyv bi xwe jî buyerên hestewar û dengewarin؛ peyv di koka xwe de deng e".. li cem harûn elkî jî mîna gelek rokvanên afrîner؛ hizr û peyv û me'ine dibne deng û hewar؛ jiboy helberîna bêdengiyê û danezana rengurûyê statîka û me'irîfet û azadiyê‌ bi dengekê tûj û bilnid.

  • @iamezche
    @iamezche 2 місяці тому +6

    Ez tî bume Kurmanciya xweş:))

  • @farzadranjbar9754
    @farzadranjbar9754 2 місяці тому +6

    Strana zagros ruh le badane meriv jida deke u be xure dibe asimana..👏👏

  • @Cemal-zc7xq
    @Cemal-zc7xq 18 днів тому

    Du mamoste delâl. Serkeftin jı we re 👏👏

  • @Nasyonalist24
    @Nasyonalist24 2 місяці тому +6

    Deng û Awazên Kekê Harûn û Yahhya ya. Gelek dişibin hev. Yan jî belkî ji min re wisa tê

  • @Qzecrv
    @Qzecrv 2 місяці тому +4

    Başe werin cem hev Kurdiyê, Kurdîtiye geş bikin.

  • @yks5805
    @yks5805 2 місяці тому +5

    Hê min lê temaşe nekirî min eciband❤❤

  • @ahmetturgay799
    @ahmetturgay799 2 місяці тому +1

    Jiyan bı kurdî xweşe.bernameyek cuda ubi tam

  • @Peldar1947
    @Peldar1947 2 місяці тому +2

    hevqetinaka bi şeref bûye jibo Koma Rewşen emojîya berçavk :)

  • @ozanirmak9740
    @ozanirmak9740 2 місяці тому +6

    bernamayekî gelekî xweş bû, wek meriv hevalekî xwe yî bi salan nedîtî be ez kêfxweş bûm dest û keda we sax be

  • @masum.offıziel
    @masum.offıziel 2 місяці тому +5

    Her bijî keda we pîroze mamosteyên hêja , hun her hebin 🌹☀️🎶

  • @HeazyS49
    @HeazyS49 2 місяці тому

    Ez bi wî programê ser zimanê me pir kêfxweşim ❤️ Serkeftin ji bo we dixwazim!

  • @arvan7022
    @arvan7022 2 місяці тому +3

    harûn,,, dermanê derûn❤

  • @fryazavdalyan2653
    @fryazavdalyan2653 2 місяці тому +4

    Bijînnnn ❤❤❤❤❤🎉

  • @mahmutgklp
    @mahmutgklp 2 місяці тому +4

    ❤❤❤👏👏👏

  • @berivankay1687
    @berivankay1687 2 місяці тому +2

    Serkeftin heyra🌺

  • @Xansey.12
    @Xansey.12 Місяць тому

  • @Zeki.ciya72
    @Zeki.ciya72 2 місяці тому +3

    Kürde me ci dihisin gerek ev video milyon car weri seyr kırın wey wey wey

  • @RebwarKurdistani
    @RebwarKurdistani 2 місяці тому +1

    Dîsa bernameyek pir xweş bû 👍👍👍💥💥💥💥❤️❤️❤️

  • @Mondragon12
    @Mondragon12 2 місяці тому +4

    Bernamê gelek başe lê belê bernamê civan ayaz herdem wê mêvan hunermendbın nayê guhertin an wê rojnamevan,peşkeşvan etc. (serhedizm) Wê bibin mêvan gelo ? Dest xweş gelek serkeftini hun her hebin

    • @ciwanayazofficial
      @ciwanayazofficial  2 місяці тому +2

      Gelek spas ji bo pêşniyara te, pêşerojê de emê mêvanên di her beşî de bikin mêvan 🙌🏾🙏🏾

  • @Azadkasac
    @Azadkasac 2 місяці тому +3

    Programek gelek pîroz
    Hevalên Hêja.
    Serkeftin.

  • @yunusyaksma8562
    @yunusyaksma8562 9 днів тому

    👏👏👏

  • @hivron4205
    @hivron4205 2 місяці тому +2

    💜💜💜

  • @dilsahkaymaz
    @dilsahkaymaz 2 місяці тому +3

    Pir pir xweş bû 👏

  • @parimadloo3780
    @parimadloo3780 2 місяці тому +2

    Her biji Harun

  • @فاضلسليمان-ي8خ
    @فاضلسليمان-ي8خ 2 місяці тому +2

    sêlav ji şengalî❤😊
    pir xweş bû

  • @Peldar1947
    @Peldar1947 2 місяці тому +2

    beşa Koma Wetan jî dixwazin negot kengî were?

  • @remezanxan
    @remezanxan 2 місяці тому +2

    Emrê bernamê dirêj be 💚❤💛

  • @mahsumakyuz1638
    @mahsumakyuz1638 2 місяці тому +1

    Bijîn ❤

  • @mehmetalidark7856
    @mehmetalidark7856 2 місяці тому

    Spas ❤

  • @Zeki.ciya72
    @Zeki.ciya72 2 місяці тому +2

    ❤❤❤

  • @rodiyildirim2509
    @rodiyildirim2509 2 місяці тому +4

    Dest xwûş bî kek harun destê te zor xweş xwûş bî

  • @hasantunc6848
    @hasantunc6848 2 місяці тому +1

    👏👏👏👏

  • @hasantunc6848
    @hasantunc6848 2 місяці тому +1

    Navê koma wan ya nû çîye gelo?

  • @ozlem3501
    @ozlem3501 2 місяці тому

    ❤❤

  • @CemalBayram-y5f
    @CemalBayram-y5f 2 місяці тому

  • @kardano.6114
    @kardano.6114 2 місяці тому +2

    mala we ava

  • @azadcan3560
    @azadcan3560 2 місяці тому

    Yaw ev ser ker çi dibêje qîr qîra wî ne denge û ne rengê wîye 😅

  • @cihankaya8223
    @cihankaya8223 2 місяці тому

    gitar be akord e u mamoste harun şaş le dixe, şaş bum.......

  • @yasinbalkc5685
    @yasinbalkc5685 2 місяці тому

    Min mesela batmanê fêm nekir ?

  • @RebwarKurdistani
    @RebwarKurdistani 2 місяці тому

    Eger îmkana we hebe û li paş maeyê yanî li ber perdeya dekorê monîtorek, tv’yekî deynin û hin pêşbirk an jî lîstik (challange) ên biçûk ên bi dîmen hebin wê zêdetir balkêş be û wê pir xwrş be…

  • @rogeramed
    @rogeramed 2 місяці тому

    Kekê hûn çima ji beşên berê zêdetir shotrs naweşîninm? Ji bo mezin bûna kanalê û danasînê pir girîng e. Divê hûn ji her beşê herî kêm 10 shorts derxin û biweşînin. Ne tenê ji stranan, ji sohbetan jî...

  • @kosevurusu7770
    @kosevurusu7770 2 місяці тому