Mêr Dimire Nav Dimîne: Hecî Ahmed Efendî
Вставка
- Опубліковано 2 гру 2024
- Mêr Dimire Nav Dimîne: Hecî Ahmed Efendî
Hecî Ahmedê Mihemedê Edo, biraziyê Resê Edo ye
Beriya ez ji we ra qala H. Ahmed Efendî bikim dixwazim ji we ra hinekî qala Resê Edo bikim.
Dema êla me li Rewanê bûye rojekî dîwana Begê Cewar Axa da giregirên êlê pirsekê ji beg dikin û navê sê mêrxasê Kurd yên êla Redkiya didin beg, dibêjin beg gelo nava van hersê peya da kîjan pir mêrxas e.
Yek Babayê Kero, yek Koroyê Silemilkutê yê din jî Resê Edo. Cimaet hinekî xuy û xisetê hersê peya jî ji beg ra dibêje.
Rûspiyekî êlê hebûye herdem go dihat dîwana beg navê wî Evdilahê Gelho bûye. Begê Cewar Axa hinekî ser vê pirsê difikire, vedigere ser rûspî dibêje tu çi dibêjî, Evdilahê Gelho dibêje beg, Resê Edo him ji bo xwe dikare xeberde him jî, ji bo hevalê xwe dikare xeberde û dikare fedakariyê jî bike, wê gotinê ra beg dibêje wekî wisa ye mêranî ma ji Resê Edo ra.
Resê Edo nava milet da merivekî hezkirî bûye, rê û rêzanêd dinê zanibûye çawa tehsîpkêşiya miletê xwe herdem kiriye, wisa jî xemxuriya milet kişandiye.
Dema ji Rewanê tên Qereçana Erziromê dihêwirin biraziyê wî Ahmed Efendî ocaxa wî şên dike, heqê navê apê xwe derdikeve wê alê digire gel wî navî hê bilintir dike.
Ahmed Efendî mirovekî destbiemel bûye aliyekî navçê da xeyadtiyê dike (terzî ) aliyê din de jî dikandariyê dike. Kevaniya mala giran Gulê xanim jî jineke bavçê, mêvanhez û jêhatî bûye.
Wê demê Qereçan jî ewqas zêde şên nebûye go rojên îna dema cimaet ji mizgeftê derdiket çend kesên biyanî yên gundên dereke hebûna, Ahmed Efendî ew tev dibirin mala xwe nan û av dikirin paşê darêdikirin, dema dibû êvar kesek derva bima ew dibir mala xwe dikire mêvan.
Ahmed Efendî dema nava milet da ewqas tê hezkirinê bala dewletê jî dikşîne, rayedarên dewletê yên li navendê pir bi wî bawer dikin wî wek nûnerê milet dibînin, her tiştê fermî li ber destê wî ra derbas dibe.
Qereçanê de wê demê banqe, poste an jî sazûmaneke dewletê tunebûye her tişt li ser navê wî dihat li navendê û gundan bela dibû.
Herçî kesên ji qurbetiye pere bişanda, name bişanda an jî hûr û mûrek, zêr zeberek bişanda divê navê Ahmet Efendî bikişanda, her tişt bi destê Ahmed Efendî dihate belavkirinê. Bi Tirkî digotin Ahmet Derdiyok Eliyle yanî bi destê Ahmed Efendî yê bê dayîn û belakirinê.
Wî jî her tişt bi cîh û war dikir nedihîşt nav ewqas emaneta da şaşîyek çêbibe. Her emanetek bi destê xwe raberî xuya dikir
Go dema yek dihate dikana wî ha xas ha nas tu kesek vala nediçû, perê te hebûya tunebûya Ahmed Efendî kes dergê xwe destevala nedişand.
Bav kalê me hertim qala maqûlî û kubariya H. Ahmedê Mihemedê Edo dikirin me jî xwest em nav û dengê vî xweşmêrê Kurd bigihînin nifşê teze, bila haya me ji camêrî û şîrhelaliya mezinên me hebe. Her yek cewhereke, heryek karîbareke miletê me ye.
Wî navê xwe yê qenc ji me ra hiştiye lewra em îro qala wî maqûlî dikin jê ra dilovaniyê dixwazin. Wî çawa kesek ber derê xwe destevala neşandiye Xwdê jî wî ber derge, dîwanê xwe destevala neşîne.
Dixwazim bi gotineke bav û kala va dawîbikim.
Ga dimire cerm dimîne, mêr dimire nav dimîne.
Mamoste tē pır xasî xeberdâ, Zımanê tejî pır zelalē. Zor Zor Spas.
Xwedê bi rehma xwe şad bike mezine me rumeta menin navê xwe bI tîpê zer dane nivîsandin îro tê xwendinê .Şakîrê kopê
Xwedê rehma xwe lê ke.
Xade rehma xwe li ser gora wi u miri u zindi wi bibarine.
Şer şere çı jın çı mere
Mekanı cennet olsun.. nasıl da gurur verici.. keşke herkesin atası böyle olabilse..
Xwedè bè rehma xwe lèke
Mekanı, cenet, olsun, alah, rahmet eylesin, ıkısınıde,
Dest xoş!! Her bijîn.
Gelekî spas 🙏
Diroka Kurdi
Allah rahmet eylesin
Allah rahmet eylesin mekanı cennet olsun inşallah
Merhaba harika bir çekim kültürel bir çekim
Xade Rahme leke insallah
Ga dmre cerm dmine
Çerm an ji post kurdi zaf zımanek dewlemende
Iğdır Evci Köyü Hakkında Bir Bilgi Videosu Hazırlarmısınız
Evci hakkında bu linkten bakabilirsin
redkani.blogspot.com/2016/03/evci.html?m=1