KOMA SERDEM - Yê Li Ser Mila Lawê Min e

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 6 вер 2024
  • HÛNERMEND
    SEFQAN ORKÊŞ
    OMAR SHEKHE
    HELBEST
    FERHAD MERDÊ
    TOMARGEHA SERDEM
    GÎTAR , BÊZ , PIYANO
    CAN DAHIR
    TEMBÛR
    MÎTAN OSO
    ÛD
    LEWEND YÛSIF
    RITIM
    AMIR HESEN
    MIX & MASTRING
    AMIR HESEN
    GOTINÊ STRANÊ Û AWAZ
    SEFQAN ORKÊŞ
    KAMERA
    ALAN ANDROS
    RONAHÎ
    HOŞENG HADÎ
    MONTAJ
    CAN HISÊN
    SPAS JI BO ALÎKARIYA
    RONAHÎ - TV
    AJANSA ANHA
    SEFQAN ORKÊŞ
    BAWER OSMAN
    Yê li ser milan lawê min e
    Yê li ser milan Hemzayê min e
    Stêra di asoyê rûmeta Kurdistan de
    Ronaka te tîn da ji tara Şehîdan de
    Hey zindiyê dil sozvîna biçûk û mezin
    Hemze welat hilbijart ew dil e di dilan de
    Stêra di asoyê rûmeta niştiman de
    Ronaka te tîn da ji aliyê Şehîdan de
    Hey zindiyê dil sozvîna biçûk û mezin
    Hemze welat hilbijart ew dil e di dilan de
    Yê li ser milan lawê min e
    bêyî ku hûn tabûta wî ji min re vekin
    ez nasdikim ez nasdikim ku lawê min e
    eger hûn çarika min bi çavê min girêdin
    û di navbera min û wî de çiyayekî deynin
    ez nasdikim lawê min e
    gi ez li erd bim û ew li ezman be
    ji kê ve ne xwiya be
    ji min ve xwiya ye ku lawê min e
    ma çawa bû çi ji min veşêrin, veşêrin
    lê ne ew , dilê dayikê jê ve eyan e
    şeva borî wexta go ez şiyar bûm
    dilê min berî we ji min re gotibû
    ê Şehîd lawê min e
    de ka wî bi alî min de bînin
    û min wî cara dawî ji hev re bihêlin
    tenê ez û ew cara dawî
    ji boy ez tabûta wî wekû dergûşekê ji xwe re bihejînim
    ez ê wî bibim zarokatiya wî û vegerînim
    ez ê jê re bêjim erê lawê min
    kezeba min te gotibû ezê evîndar bim te gotibû
    lê min nizanî bû ya ku ti jê hez dikî
    daxwaza cihê bûna te ji min dikî
    te ji min distînî
    şert û mercên evîndara te gelkî giranin
    û ez nikarim bêjim na , zimanê min şikestiyi
    ji boy te ez nikarim
    lê zû te ji min dixwazî
    ji nişkî de ti jî hema wilo zû bilezî
    hinekî din mal ne xerabo hinekî din jî ti bima
    hema heta serê adara jî
    ji boy ez pêr bigiyamê
    gi min kar û barê te kiriba
    ez ê çawa ser vekirî pêşwaziya xêliyê te bikim
    di vê kêliya dawî de
    te ji xwe nepirsî
    te ro li min teng kir lawê min
    ji boy te ez çibikim
    ji boy te ez çibikim
    ez negirîm ,, hema ez nagirîm
    ez ê dilê xwe bi kevir kim
    û rûdikan ji rojekê din re hilînim
    ez ê li şûna te herim adarê lawê min
    di nav heval û hogirê te
    hilm û eşqa te min bi xwere hilanî
    ez nahêlim ez nahêlim zarokên go ji te hezkiribin
    pê bizanibn ku tu çûyî
    ez ê wilo bikim go tu bi mireyî
    li ku bim tu bi min re yî
    gi ez wek te nizanibim agirê newroza vêxînim
    hema ezê bilîlînim
    ev ji destê min tê
    ez nahêlim ti ji ber min fedî bikî
    min go qey ti yê min tenê yî
    lê ez çibikimaxê zora min bir
    oxira te a xêrê be lawê min
    oxira te a xêrê be
    Hemze tu lawê malê bû
    Xemxurê tîna xelkê bû
    Li ser riya berxwedanê
    Tu gava xurt li ser rê bû
    Yê li ser milan lawê min e
    lawê min e
    kurê min e
    ew dilê min e
    Yê li ser milan lawê min e
    lawê min e
    dilê min e
    Şehîdê min e
    Facebook
    / serdemh.x.p

КОМЕНТАРІ • 94