Berken Bereh - Kilama Bajarên Tarî (Deng: Zeynep Mizgîn) [Binnnivîsî]
Вставка
- Опубліковано 5 лют 2025
- Berken Bereh - Kilama Bajarên Tarî
Deng: Zeynep Mizgîn
Vîdyo: Aram Dildar ( • Berken Bereh )
Amadekirin: Asoya Helbesta Kurdî
çîroka dem û dewranên tenêtiyê ye ev helbest
li kêleka wêneyê te li çarçoveyeke reş hilawistî ye
awirên te mîna mindalekê şîrîn û xweşkok e
di awêneyan de ezmanekî çîkîsayî
berfa te ya heliyayî di eşqa ewil de.
Min bi keziyên dilê xwe hûnand ev helbest
nizanim kî û kî hene tê de.
Herkesî dinyayek
û herkesî tenêtiyek xwe he ye
Herkes tenê ye dema digirî
dema dibişire herkes hogirê dilê xwe.
Ev bajar qurnefileke sor e
min neqişandiye li aliyê çepê yê şapikê xwe
û min bi bêhna wê şûştiye peyvan
da herkes min binasin.
Bi qasî pîvokan azadî, bi qasî nexşeyê hejar û jar,
çavên şagirtên xwe diferikînim di hundirê xwe de,
her dem te diponijim lê nikarim vebêjim.
Min xortek nas dikir li vî bajarê dişewişe-diltenik û mêrxas bû
dikewicî ji pora delalîka xwe
dikerixî ji vî bajarê qemitî
bi eşqeke şilûpil li ber xwe dida
li hember vê jiyana serobino
Min xortek nas dikir li vî bajarê dikele
mîna dilekî mêrxas vedişart xizaniyê
mîna nêşîrvanekî neçar
li bendeya sibehên spî bû.
Min keçeke ciwan nas dikir li vî bajarê diheze
xweşik bûn çavên wê mîna baranên biyan
Min keçeke ciwan nas dikir li vî bajarê rûkevir
mîna risteke helbestê tîr û bi stêrkan rapêçayî
dayika kovaniyê bû rastî a di bîbikan de
min dikir û nedikir
ne jahra di dilî de kedî dibû
ne jî kovaniya temenê xwe dida min.
Mîna kevokan tên êş û jan li vî bajarî
li her malekê dilê dayikekê dilerize
li her şibakeyekê çavekî bitirs hilawistî
hemû gol şêlû ne
hemû robar li şeveke xizan diherikin.
Malên qurnefilên wan mirî ne
mêvanê wan im her şev
dîsa jî hinek çiyayên
çavên te lê bûne mêvan hene ji bo min
difirin kevokên min ên çil û şeş salan
ber bi bajarên tarî ve.
Berken Bereh
ASOYA HELBESTA KURDΰ
05'ê Nîsanê 2018
TÊKILÎ
Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
Facebook/UA-cam: Asoya Helbesta Kurdî
Twitter: @asoyahelbesta
Hevalno ji bo vîdyoyên nû vîdyoya me biecibînin û bibin aboneyê qenala me. Spas
Çika dengê de xweşike Zeynep Mizgîn 😃
❤❤
Zımanê dayikê çı xweşe yaw:) Bı zımanê dayikê dıaxıvım,Dıkenım,Helbesta Strana Dıbejım u dıbêjım:) dest u zıman saxbe
Çi dengekê xweşike Xwedê kêrê we rast bike inşallah hûn her hebên
Herkesî dinyayek
û herkesî tenêtiyek xwe he ye
Herkes tenê ye dema digirî
dema dibişire herkes hogirê dilê xwe.
Seet xweş🌹🍀🧿
😢
🐬Her jin kezîyê xwe bi dilekîva girêdide u...🐬😭
Destê we sax be, hizra min li ser vê helbestê gelek baş bû.
saxtir, serçava
Yüreğine sağlık canım arkadaşım 😍
Denge te wek zeyta kelandi , dırje ser dılemin. Le ka tu nızani
👍👍👍
💐🍀
mûzîk çîye?
🕊💐🍀🙏
Heja wi ciroq geleq qence
her hebe zımanen kürdan.zımanenkı pır pır xweşe her biji edepyat u helbestı kürdan...
sepana we çima bi iphone nikarim daxim ':/
Jiyan Eren Mixabin hêj di IPhone'ê de tune ye. Em dixwazin çêkin.
Asoya Helbesta Kurdî li benda we me please ji kerema xwe re zû çêbikin :)