Melayê Cizîrî - Cizîrî - Hacet - (Deng û reng û amadekirin: Neşmîl Nizamî )

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 8 вер 2024
  • Deng û reng û amadekirin : #nashmil_nezami
    #neşmîl_nizamî
    Melayê Cizîrî
    Remzên te di canan, ne bi endaze diraz in
    Heryek bi hezar rengê, rewanê me dixwazin
    Wan derbe li canê me wekî berq û burûskan
    Tîrê te di canan, ne tinê sîne gudaz in
    Cana, ji cefaya te û zulmê, çi xeber dîn
    Ku tîr ji cewra te di dil da, me bi gaz in
    Perwane û biulbul bi dil in şuˈleya ˈişqê
    Lê ger tu nezer dî, bi xwe ew gulşenê raz in
    Peyweste di weslê lew dimînim ku seraser
    Bişkoj û tilism û wereq û netrik û bazin
    Subbûhî û quddûsî û hûrên di bihiştê
    Peyweste şeva qedrê, liqaya te dixwazin
    Sunbul bi sema tên û gulan perde dirandin
    Bişkiftine alal û hişîn bûne terazin
    Cobar di rewan in, çemenan terh ciwan in
    Mestane bi ref ref, li kinaran sî û qaz in
    Heryek bi temaşagehê husna te ji herca
    Teşbîhê nigaran, bi cemala te dinazin
    Tîran li me dit dost, me tê sîne hedef kir
    Nazan li me kit yarê, me zarî û niyaz in
    Mihrabê du ebrû ku ji bala ve xwûya bin
    Der secdegehê ˈişq, niyazê me nemaz in
    Ger husn û mehebbet bi sera perdeyê can bin
    Geh şah û geda, geh bi xwe Mehmûd û Eyaz in
    Ev hûr û perî çehre, but û latê cemalê
    Der sûretê tehqîq, Mela, ˈeynê mecaz in

КОМЕНТАРІ • 5

  • @user-gy6it5vl7n
    @user-gy6it5vl7n 4 місяці тому +1

    🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯🇹🇯✌️✌️

  • @user-gy6it5vl7n
    @user-gy6it5vl7n 4 місяці тому +2

    ❤❤❤❤❤❤❤❤

  • @yekbuntv8273
    @yekbuntv8273 4 місяці тому +2

    Melayê Cizirî deryayeke bêbinî ye. Dest xoş!

  • @ahengahelbeste
    @ahengahelbeste 4 місяці тому +2

    Weşan domdar be🙏

  • @kamizsheddadi172
    @kamizsheddadi172 4 місяці тому

    Her bijî Neşmîl Xan!