Ereba min, de lê lê lê yeman Çav reşa minê, yeman Birî qeytana minê, yeman De rabe karîxezala minê, lê lê yeman
Cana li ber vî canî Te ez kirim şarekî, şarê eman Gulikê li doram weşiyan Rêşî bi min ve neman
Na, na, welleh Te ez kirim kalekî, kalê zemana Bi sîh û sê dirana Diranek di devê min de nema
Cana li ber vî canî Te ez kirim baba-derwêşkî Baba-derwêşê şuxlê zozanê Bingol û Serhed û Şerefdînê Sal peqal di xanê binê beriya Mêrdînê Te ez girandim Taqet di çokê min de neman
Cana li ber vî canî Te ez kirim masîkî Ji masî yê gola Xelîl û Rehman Ker-bavê, dînê, te ez girtime Berê min dayî sûra bedena Diyarbekirê Çuqas çeqal û peqalê li dora mêrg Ehmedê hebûn Te ez li gişa gerandim Firotin bi tuxtan û bi derheman
Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman
Ereba min, de lê lê lê yeman Çav reşa minê, yeman Birî qeytana minê, yeman De rabe karîxezala minê, yeman
Cana li ber vî canî Bila bişiwite Qenterê xweş Qentere Dîn û bala xwe bidê ser Misaqa jorîn Ser Misaqa jêrîn li himber e Zimanê min qelem e Taximê sîng û berê te deftere We'zê mîna hafiz-qurankî Hafiz-qurankê welî camiya Diyarbekirê Êvara eyda qurbanê hetanê destê sibê We'zê dixwînim û li ezber e
Subhan rebîyo ji dana te re Çuqas xeyal û bala xwe'dime deqa Li nav beyna cotê memikê vê karîxezalê Navê 'Allah û Ekber' li ser e
Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman
Gelî heval û hogira We'zê rokê li sûk û çarçiyê Diyarbekirê Ji xwe re finda-finda di meşiyam
Minê dîn û bala xwe dayê Delala li ber dilê min Lawikî xelkê ji alî sûk û çarçiyê Mêrg Ehmedê çawa dihatî Taximê sîng û bera di hejî ya
Minê digo we'zê destê xwe bavêjim Gormitikê mila, cotê guliya Ramûsankê jê bistînim Ji taximê sîng û bera hinarê rûya Ê belkî bibe dermanê dilê min û we hemî ya
Gavê minê destê xwe avêtî gormitikê mila Cotê guliya Ker-bavê ji min dirêj tir bû bi buhist û çar tilîya Û ezê ne digîhamê Minê korî poşman berê xwe dayê sûk û çarçiyê Merengoza necara bamongl çiya Minê berê xwe dayî dukana Sebrîyê Ewînî Minê digo:
"Ho Sebrîyo, ho Sebrîyo, ho Sebrîyo" Lo lo Sebrîyo We'z bi gorî piştî vî emrî we'zê aşiq û sewdalî bûme, perê min tune Tê ji min re çê ke cotekî qap-qap û nalî ser buhist û çar tilîya Sebrî yê Ewînî xortekî xwenda bû, zana bû, jîr û ji derdê dila gelekî fehm dikir Digo lo lo Biradero, malik xerabo, ma îsal, hevqas sal e dest biratîya min û te ji bona çi ya? Wê gavê cotekî qap-qap û nalî ji min re çê dikir ser buhist û çar tilîya Gava minê berê xwe dayî deriyê Mêrdînê Sûk û çarçiyê mêrg Ehmedê
Minê dîn û bala xwe dayê Delala li ber dilê min Lawikî xelkê, mîna heykelkî Li cihê xwe sekinî Tev ne dilevîya
Gava minê destê xwe avêtibû gormitikê mila Cotê guliya Bejn û bala wê bi ser min de ditewîya Mîna kevankî, kevanê destê balox û çiya Minê devê xwe xistî taximê sîng û bera, hinarê rûya
Taximê sîng û berê wê hingî hişk bûn Mîna helawa Entabê bi tevşoyê destê necara ne dişkîya Na na wellah hinarê rûkê wê hingî şêrîn bûn Mîna hingivê Sêrtê bi ser dev û lêvê min de lawikê xelkê de di hilîya
Ereba min, hay lê lê lê Karîxezala min, de rabê lê lê lê YEMAN
Serkeftin xalo gelek xweş, dılemîn şewitand ere welle.🥀
Ereba min, de lê lê lê yeman
Çav reşa minê, yeman
Birî qeytana minê, yeman
De rabe karîxezala minê, lê lê yeman
Cana li ber vî canî
Te ez kirim şarekî, şarê eman
Gulikê li doram weşiyan
Rêşî bi min ve neman
Na, na, welleh
Te ez kirim kalekî, kalê zemana
Bi sîh û sê dirana
Diranek di devê min de nema
Cana li ber vî canî
Te ez kirim baba-derwêşkî
Baba-derwêşê şuxlê zozanê
Bingol û Serhed û Şerefdînê
Sal peqal di xanê binê beriya Mêrdînê
Te ez girandim
Taqet di çokê min de neman
Cana li ber vî canî
Te ez kirim masîkî
Ji masî yê gola Xelîl û Rehman
Ker-bavê, dînê, te ez girtime
Berê min dayî sûra bedena Diyarbekirê
Çuqas çeqal û peqalê li dora mêrg Ehmedê hebûn
Te ez li gişa gerandim
Firotin bi tuxtan û bi derheman
Ereba min, hay lê lê lê
Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman
Ereba min, de lê lê lê yeman
Çav reşa minê, yeman
Birî qeytana minê, yeman
De rabe karîxezala minê, yeman
Cana li ber vî canî
Bila bişiwite Qenterê xweş Qentere
Dîn û bala xwe bidê ser Misaqa jorîn
Ser Misaqa jêrîn li himber e
Zimanê min qelem e
Taximê sîng û berê te deftere
We'zê mîna hafiz-qurankî
Hafiz-qurankê welî camiya Diyarbekirê
Êvara eyda qurbanê hetanê destê sibê
We'zê dixwînim û li ezber e
Subhan rebîyo ji dana te re
Çuqas xeyal û bala xwe'dime deqa
Li nav beyna cotê memikê vê karîxezalê
Navê 'Allah û Ekber' li ser e
Ereba min, hay lê lê lê
Karîxezala min, de rabê lê lê lê yeman
Gelî heval û hogira
We'zê rokê li sûk û çarçiyê Diyarbekirê
Ji xwe re finda-finda di meşiyam
Minê dîn û bala xwe dayê
Delala li ber dilê min
Lawikî xelkê ji alî sûk û çarçiyê
Mêrg Ehmedê çawa dihatî
Taximê sîng û bera di hejî ya
Minê digo we'zê destê xwe bavêjim
Gormitikê mila, cotê guliya
Ramûsankê jê bistînim
Ji taximê sîng û bera hinarê rûya
Ê belkî bibe dermanê dilê min û we hemî ya
Gavê minê destê xwe avêtî gormitikê mila
Cotê guliya
Ker-bavê ji min dirêj tir bû bi buhist û çar tilîya
Û ezê ne digîhamê
Minê korî poşman berê xwe dayê sûk û çarçiyê
Merengoza necara bamongl çiya
Minê berê xwe dayî dukana Sebrîyê Ewînî
Minê digo:
"Ho Sebrîyo, ho Sebrîyo, ho Sebrîyo"
Lo lo Sebrîyo
We'z bi gorî piştî vî emrî we'zê aşiq û sewdalî bûme, perê min tune
Tê ji min re çê ke cotekî qap-qap û nalî ser buhist û çar tilîya
Sebrî yê Ewînî xortekî xwenda bû, zana bû, jîr û ji derdê dila gelekî fehm dikir
Digo lo lo Biradero, malik xerabo, ma îsal, hevqas sal e dest biratîya min û te ji bona çi ya?
Wê gavê cotekî qap-qap û nalî ji min re çê dikir ser buhist û çar tilîya
Gava minê berê xwe dayî deriyê Mêrdînê
Sûk û çarçiyê mêrg Ehmedê
Minê dîn û bala xwe dayê
Delala li ber dilê min
Lawikî xelkê, mîna heykelkî
Li cihê xwe sekinî
Tev ne dilevîya
Gava minê destê xwe avêtibû gormitikê mila
Cotê guliya
Bejn û bala wê bi ser min de ditewîya
Mîna kevankî, kevanê destê balox û çiya
Minê devê xwe xistî taximê sîng û bera, hinarê rûya
Taximê sîng û berê wê hingî hişk bûn
Mîna helawa Entabê bi tevşoyê destê necara ne dişkîya
Na na wellah hinarê rûkê wê hingî şêrîn bûn
Mîna hingivê Sêrtê bi ser dev û lêvê min de lawikê xelkê de di hilîya
Ereba min, hay lê lê lê
Karîxezala min, de rabê lê lê lê YEMAN
Wey dest saxbin bira⚘✌
Destê te saxbe 👏
Ll
❤❤❤
Allah-ekber ji bu vî dengî
Deng u awazi kurdi resen, bincineu binemai awazu gorani u huneri hunermendana bo hemu serdamek. Her biji Bradar gian
دەنگ ل دنێ بێ ، هەر بژی
Seet xweş mamosta
الله يسلمك ويحميك ويسعدك ويحفظك يا أستاذنا الكبير ما مو ستا برادر
صوت يخرج من صميم القلب الله واكبر عليك شقت عم تهز الاحساس 🙏🏽🙏🏽
Lavemıni se sali mıra dıbeje bavo erebamm veke :))
Navevi hemzeye ez dıbejım lavo xude emreki salıx bıde te
Ava şiroveji bıra bımine zemanra ….
Canamin Candanamin 👏👏🥺💔🥀
دستخوش برادر برام 🌹
Maşallah sese bak! Bu kadar güzel nazik ruhu okşayan bir ses duymadım gerçekten.👏👏👏❤️❤️
دەستخۆش
صوت اكتير حلو او اغاني حلو
Son nokta 🙏
❤
الله يوفقكم
صباح الخير وياسمين
🌹
روعة
😘❤⚘
🔥
💔😪
❤❤❤❤❤❤❤❤❤❤bhji
❤2025/2/18 ❤
❤❤❤❤
💔😥
Silav ❤
😍😍😍
🥺🥺🥺🥺🥺🥺🥺🥺😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭😭
❤️❤️
Ne diye, nasıl yorum yapılabilir ki sadece pes😭😭😭😭
😢😢😢😢
2021
🧡❤🍎
، 💓💓💓💓
بليل
نمونەی شاکاری هونەری کوردی
Bu videoyu yapan arkadaş ibo d🎉an Kürtçe demiş,
Malesef karışık.
Touch and hold a clip to pin it. Unpinned clips will be deleted after 1 hour.
Reklamlarin a... q
قادر خة ث بيك pik
❤❤❤❤❤❤
❤❤❤❤