Kîme ez? Kurdê Kurdistan Tev şoreş û volqan Tev dînamêt im Agir û pet im Sor im wek etûn Agir giha qepsûn Gava biteqim Dinya dihejî Ev pêt û agir Dijmin dikujî Kîme ez? Ez im rojhilat Tev birc û kelat Tev bajar û gund Tev zimar û lat Ji destê dijmin: Dijminê xwînxwar Xurt û koledar Ji Rom, ji Fireng Di rojên pir teng Bi kuştin û ceng Parast, parast Parast min ev rojhilat Kîme ez? Rojhilatê nêzik Rojhilatê navî Ev bajar û gund Ev bej û avî Ket bin destê min Pî da ser dijmin Min bi ceng û şer Zanîn û hiner Pişta wî şikand Serî lê gerand Ez bûm padîşah Xurt û serbilînd Ketim destê min ta sînorê hind Kîme ez? Kurdê serf iraz Dijminê dijmin Dostê haştîxwaz Ez xweş mirov im Ne hirç û hov im Lê çibkim bê şer Dijmin naçî der Bav û kalê min Dijîn tev serbest Naxwazim bijîm Te ebed bindest Kîme ez? Divê ez derxim Dijminê xwînxar Şahê efyûnkêş Jontirkê dijwar Serbest bijîm ez Wek hevçaxê xwe Dilxweş bîxum ez Rez û baxê xwe Çekan hilgirim derkevim meydan Rêçek nû çêkim ji boyî însan Kîme ez? Ez im ê şikand leşkerê rêşar Min bi xwîna xwe parastî ev war Di sînga dijmin ez bûme kelem Xwe dan ber siya min Tirk û Ecem Li ser serê min Sinbil û kulah Serê hespê min Digirt Padîşah Ez im ew gernas Ez im ew marxas Ew Selahidîn Bipirs ji dimyat Bipirs ji Hetîn Kîme ez? Ez im Erdeşîr Ew Noşîrewan Kesrayê mezin Bi tac û eywan Dostê kevnare Ko bûne dijmin Ser ditewandin Ber agirê min Ez im ew qelaş xurt û pehlewan Xerac min distan ji Hind û Yewnan Kîme ez? Ez im ev gernas ez im ev mêrxas Belê ez im Kurd Îro ez mame Bindest û zigurd Ew tac û eywan Tev çûn û rizîn Dijmin nav û deng Tev ji min dizîn Xistin laşê min mîkrobên teres Ta bûm perîşan bê nav û nekes Kîme ez? Ez im ew kurdê serhişk û hesin Îro ji dijmin ji min ditirsin Bîna barûdê Kete pozê min Dixwazim hawîr Biteqim ji bin Dîsa wek mêra Bikevin çîya Naxwazim bimrim Dixwazim bigrim Kurdistana xwe Axa Mîdîya Kîme ez? Kawey hesinker bav û kalê min Perçiqand serê Zehakê dijmin Ji gerdana Kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz Goya dibêjin: Ew roj e nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweş Parêz dibî Kurd Ji dêwê zergeş Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan Kîme ez? Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz Divê bistênim Wilo nemênim Bigrim tol û doz Fermandar bim ez Li ser Kurdistan Bo min bimênin Ev bax û bustan Ev şax û ev deşt Rez û şînahî Bigrim destê xwe Dil xoş û şahî Zana û xwenda Dezgevanên xurt Vî warî bigrin Bikin ronahî Kîme ez? Ez im ew Kardox, Xaldêwê kevnar Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar Ez im ew Lolo Kardok û Kudî Ez im Mad û Goş Horî û Gudî Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor Çend hezar sal in Kurdistana min Perçe perçe ma Bindestê dijmin Kîme ez? Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc Ji dest xwe berdan ew text û ew tac Bûne Olperest Bi tizbî û xişt Ta dijmin şikand Li me ser û pişt Me dan bin lingan dewlet û hebûn Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn Ta ko Kurdistan Ta ko Kurdistan Jar û perîşan Kete bin destan Kîme ez? Ez im ev milet ez im ejdeha Ji xewa dîlî şîyar bûm niha Dixwazim wek mêr Dixwazim wek şêr Serê xve hildim Çi ser bilind im Bi cîhan carek Ez bidim zanîn Rêçika Markîs Rêçika Lenîn Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem Bejin bilind im Wek dêw bilind im Ez dest dirêj im Serbest dibêjim Dixwazım bi lez Gavan bavêjim Kîme ez? Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez Serdarê me ye gernas û nebez Em şer naxvazin Divên wekhevî Em paşve naçin Dijmin direvî Ji bo mirovan em tev dost û yar Bijî Kurdistan bimrî koledar Kîme ez? - Cigerxwîn
Hevpeyvîna dîrokiya Kendal Nezan bi Cegerxwîn re Deng: Jiyana Cegerxwîn Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (z. 1903 li gundê Hesarê, Kercewsa Mêrdînê − m. 22'ê kewçêrê 1984'an li Stockholma Swêdê,) helbestvan, siyasetmedar û ramyarê kurd ê mezin e. Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903an de li gundê Hesarê hatiye ser dinyayê. Ji yanzdeh xwîşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya. Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xwîsk û birayê xwe maye. Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrî, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye. Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin. Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3'ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin. Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundêyên ve du gund li jêrê avaniyê avakirin: Çêlek û Cehenem. Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêş cû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd, Firansizan ew komele girt. Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr. Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin. Di sala 1950'yî de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê parlamentera Sûriya yê. Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ saz dikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe rawestandin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek. Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexda'yê li rexê kurdan. Di sala 1962'yan de hikûmeta Îraqê Cegerxwîn ji erdê xwe derdixe û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan. Di sala 1963'yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Şam'ê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, û piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamişlo . Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav Şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne. Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê. Di sala 1973'yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan ( KÎME EZ? ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) li wir çap dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûrî yê û heta sala 1979an li wir dimîne. Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrî yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike. Di 22'ê çiriya pêşîn a 1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin. Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in. Sala bîranîna Cegerxwîn Ji bo 100'emîn salvegera jidayîkbûna Cegerxwîn weşanên Avesta helbestên wî ji nû ve weşand. Cigerxwîn, dengê êş û azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003'yan de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Şexmûs Hesen e, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921'ê de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin. Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn. Cigerxwîn ji sala 1924'an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd, hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê: Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê, Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê, Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê, Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê, Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê... - Cegerxwîn Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn: Hawar dikim, Ranabî kes Şêx û mela Û pîr û qes Bi xaç û xişt Û mizgevt û dêr Em xistine Tora neyêr. Hawar, hewar Hawar, hewar! Van çûçikan Dexlê me xwar. Sed camî û Dêr û kenişt Naqos û bang Û tîr û xişt Sed lek ji Tîpên Lemterew Bi kêr me nayên Tev derew. - Cegerxwîn Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961'ê li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959'an heta sala 1963'an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984'an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew neyê ji bîr kirin. Pirtûka bi navê Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin. ** Berhem HelbestÊ Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû, 1980 Stockholm Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, 1981 Stockholm Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982 Stockholm Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm Dîwana hestem: Astî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockholm Ziman û Ferheng Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda Ji WÎKÎPÊDIAYA KURMANCÎ
YOK APOCUYUM BARZANİCİ,TALABANİ,İSLAMCI,YOK ALEVİCİ,DEMOKRATİK TÜRKİYEİSTİYORUM KIZZILKURT BEN ŞUNU BUNU İSTEMİYORUM BEN KÜRDİSTANIMI İSTİYORUM BEN ALARENGİN İSTİYORUM BİJİ KÜRDİSTAN Û ALARENGİN
Pêşenga hunera kurdî mamostê nemir Cegerxwîn bi rêzdarî 🙏
Cegerxwîn çiyaye herî bilind a Kurdistan.
Eine wunderschöne guten Abend
Rehma xwedê lî ser be 😢❤️✌️
🥲 xode rihme we sha bike! Slav u hurmet je tera, mamoste can.
Rehma xwêde li tebê ruhete şadbi ciyetê bûhuşt bê Seydaye Cegerxwîn.❤🕊️✌️☀️🙏
Ez kurdum horte çiyan diyare kurdistan...
Slaw rez @Kurdîstan'a Azad .ū..Rumet✌✌
Xudâ bı rihma xusake Seyda ciger xun bawi Kürd aye
Xuda te bi rahmaxe Sah bike insallah🤲 🥀💔🤲
Xwuda rehma xwê lîke 🙏
Cegerxwîn♥️
💚KURD
❤ KURDÎ
💛 KURDÌSTAN
Mın hebın go sed hazar can ez dı ve rede bıdım muyeki xem nakişinım ger go Kürdistan biji bırez seydaye cegerxin🌺🥰🌺🙏🙏🙏
Xwedî remek cuda ser tê zedeke 👏👏👏
Mamoste rumet ū..Şoresger ✌✌✌🦋🦋
Axa Midiya ☀️✌️😥
Xwede rehma leke
Kîne Em (!)
Her biji kahramani mezın cegerxin yekeme kedate jıbuy kürdistan
Her bıji Kurdi KURDİSTAN
Dengê te her azabe❤️
Spàs màmosté nemir CİĞER XWÎN CÎ YÉ VÎ RONAHÎ TAW U ÇIRA BI
Xeynî kurd tiştek nînim ❤☀️💚
Biji KURDİSTAN.
Kîme ez?
Kurdê Kurdistan
Tev şoreş û volqan
Tev dînamêt im
Agir û pet im
Sor im wek etûn
Agir giha qepsûn
Gava biteqim
Dinya dihejî
Ev pêt û agir
Dijmin dikujî
Kîme ez?
Ez im rojhilat
Tev birc û kelat
Tev bajar û gund
Tev zimar û lat
Ji destê dijmin:
Dijminê xwînxwar
Xurt û koledar
Ji Rom, ji Fireng
Di rojên pir teng
Bi kuştin û ceng
Parast, parast
Parast min ev rojhilat
Kîme ez?
Rojhilatê nêzik
Rojhilatê navî
Ev bajar û gund
Ev bej û avî
Ket bin destê min
Pî da ser dijmin
Min bi ceng û şer
Zanîn û hiner
Pişta wî şikand
Serî lê gerand
Ez bûm padîşah
Xurt û serbilînd
Ketim destê min ta sînorê hind
Kîme ez?
Kurdê serf iraz
Dijminê dijmin
Dostê haştîxwaz
Ez xweş mirov im
Ne hirç û hov im
Lê çibkim bê şer
Dijmin naçî der
Bav û kalê min
Dijîn tev serbest
Naxwazim bijîm
Te ebed bindest
Kîme ez?
Divê ez derxim
Dijminê xwînxar
Şahê efyûnkêş
Jontirkê dijwar
Serbest bijîm ez
Wek hevçaxê xwe
Dilxweş bîxum ez
Rez û baxê xwe
Çekan hilgirim derkevim meydan
Rêçek nû çêkim ji boyî însan
Kîme ez?
Ez im ê şikand leşkerê rêşar
Min bi xwîna xwe parastî ev war
Di sînga dijmin ez bûme kelem
Xwe dan ber siya min Tirk û Ecem
Li ser serê min
Sinbil û kulah
Serê hespê min
Digirt Padîşah
Ez im ew gernas
Ez im ew marxas
Ew Selahidîn
Bipirs ji dimyat
Bipirs ji Hetîn
Kîme ez?
Ez im Erdeşîr
Ew Noşîrewan
Kesrayê mezin
Bi tac û eywan
Dostê kevnare
Ko bûne dijmin
Ser ditewandin
Ber agirê min
Ez im ew qelaş xurt û pehlewan
Xerac min distan ji Hind û Yewnan
Kîme ez?
Ez im ev gernas ez im ev mêrxas
Belê ez im Kurd
Îro ez mame
Bindest û zigurd
Ew tac û eywan
Tev çûn û rizîn
Dijmin nav û deng
Tev ji min dizîn
Xistin laşê min mîkrobên teres
Ta bûm perîşan bê nav û nekes
Kîme ez?
Ez im ew kurdê serhişk û hesin
Îro ji dijmin ji min ditirsin
Bîna barûdê
Kete pozê min
Dixwazim hawîr
Biteqim ji bin
Dîsa wek mêra
Bikevin çîya
Naxwazim bimrim
Dixwazim bigrim
Kurdistana xwe
Axa Mîdîya
Kîme ez?
Kawey hesinker bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdana Kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoz
Goya dibêjin: Ew roj e nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî Kurd
Ji dêwê zergeş
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê Hirmiz tê meydan
Kîme ez?
Ez im ê çêkir ev cejn û nûroz
Divê bistênim
Wilo nemênim
Bigrim tol û doz
Fermandar bim ez
Li ser Kurdistan
Bo min bimênin
Ev bax û bustan
Ev şax û ev deşt
Rez û şînahî
Bigrim destê xwe
Dil xoş û şahî
Zana û xwenda
Dezgevanên xurt
Vî warî bigrin
Bikin ronahî
Kîme ez?
Ez im ew Kardox, Xaldêwê kevnar
Ez im ew Mîtan, Nayrî û Sobar
Ez im ew Lolo
Kardok û Kudî
Ez im Mad û Goş
Horî û Gudî
Ez im Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor
Ez im, ez Kurd im, lî jêr û jor
Çend hezar sal in
Kurdistana min
Perçe perçe ma
Bindestê dijmin
Kîme ez?
Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
Bûne Olperest
Bi tizbî û xişt
Ta dijmin şikand
Li me ser û pişt
Me dan bin lingan dewlet û hebûn
Bûn dijminê hev perçe, perçe bûn
Ta ko Kurdistan
Ta ko Kurdistan
Jar û perîşan
Kete bin destan
Kîme ez?
Ez im ev milet ez im ejdeha
Ji xewa dîlî şîyar bûm niha
Dixwazim wek mêr
Dixwazim wek şêr
Serê xve hildim
Çi ser bilind im
Bi cîhan carek
Ez bidim zanîn
Rêçika Markîs
Rêçika Lenîn
Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem
Kurê Salar û Şêrgoh û Deysem
Bejin bilind im
Wek dêw bilind im
Ez dest dirêj im
Serbest dibêjim
Dixwazım bi lez
Gavan bavêjim
Kîme ez?
Ne xwînxwar im ez haştî xwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxvazin
Divên wekhevî
Em paşve naçin
Dijmin direvî
Ji bo mirovan em tev dost û yar
Bijî Kurdistan bimrî koledar
Kîme ez?
- Cigerxwîn
BİJİ KURDİSTAN.
Bakur Başür Rojawa Rojhelat
❤️☀️💚 KURDİSTAN ❤️☀️💚
✌️2+2=1✌️
Kurd ne hêjane te.
Raste
@@DÊPE_23raste ew layıqe diwanâ keyaksere u selahattinê nemıre
İyi yayınlar Ethem heval
Esas navê vî helbestê wekî pirtûka wî hatiye nivîsandin "kime ez" e
Dest xweş
Cîhête bihüştbe me bejnaxwe li ber we ditewînin
Kine em?
Hevpeyvîna dîrokiya Kendal Nezan bi Cegerxwîn re
Deng:
Jiyana Cegerxwîn
Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen (z. 1903 li gundê Hesarê, Kercewsa Mêrdînê − m. 22'ê kewçêrê 1984'an li Stockholma Swêdê,) helbestvan, siyasetmedar û ramyarê kurd ê mezin e.
Cegerxwîn bi navê Şêxmûs ji dê û bavekî gundî, cotkar û belengaz di sala 1903an de li gundê Hesarê hatiye ser dinyayê. Ji yanzdeh xwîşk û bira tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.
Di sala 1918'an de bavê wî Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe.
Di sala 1919'an de li gundê Bêdir Memo diya wî Eyşan ya heftê salî jî serê xwe danî û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn pêlakê li cem xwîsk û birayê xwe maye.
Di sala 1920'an de çûye xwendegeha olperestî û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrî, Îraq û Îranê jî li xwendinê geriyaye û rewşa gelê Kurdistanê baş nas kiriye.
Di sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û li Amûdê bicî dibin.
Di sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda Jorî û di wê salê de dîwana xwe ya pêşîn nivîsiye, ev dîwan winda bibû û berî 3'ê salan ketiye destê me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên gundêyên ve du gund li jêrê avaniyê avakirin: Çêlek û Cehenem.
Di sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêş cû, lê bi navtêdana hin mirovên nezan û dijminê miletê kurd, Firansizan ew komele girt.
Di sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye bajarê Qamişlo û ketiye nav pêlên rêzanî û siyasetê û di wê salê de Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin: Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr.
Di sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê Partiya Komunîst a Sûrya yê.
Di sala 1949'an de cara yekem bû ko Cegerxwîn hatiye girtin.
Di sala 1950'yî de Cegerxwîn dikeve Civata Aştîxwazên Sûrya yê û di hundirê wê de kar dike.
Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla komonîstan ve bû namzadê parlamentera Sûriya yê.
Di sala 1957'an de Cegerxwîn ji komûnîstan dûr dikeve û di wê salê de Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina AZADÎ saz dikin û piştî pêlakê Cegerxwîn û hevalên xwe rêxistina xwe rawestandin û bi Partiya Dîmoqratî Kurdî re dibin yek.
Di sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê kurmancî li Zanîngeha Bexda'yê li rexê kurdan.
Di sala 1962'yan de hikûmeta Îraqê Cegerxwîn ji erdê xwe derdixe û ew û zarokên xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê girtin û piştî pêlakê tê berdan.
Di sala 1963'yan de dîsa Cegerxwîn tê girtin û dikeve Zindana Mezê li bajarê Şam'ê, lê piştî pêlakê tê berdan lê wî nefî dikin û dişînin bajarê Siweyda nav Durziyan, û piştî pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere bajarê Qamişlo .
Di sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê nav Şoreşa kurdî û nêzîkî salekê li wir dimîne.
Di sala 1970'yî de Cegerxwîn ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.
Di sala 1973'yan de Cegerxwîn direve Libnanê û dîwana xwe ya sisyan ( KÎME EZ? ) û çîroka ( Salar û Mîdya ) li wir çap dike.
Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûrî yê û heta sala 1979an li wir dimîne.
Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrî yê direve û diçe Siwêdê û pênc salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê derbas dike.
Di 22'ê çiriya pêşîn a 1984'an de li bajarê Stockholmê Cegerxwîn serê xwe danî û çû ser heqiya xwe.
Cegerxwîn di hewşa xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo yê hatiye veşartin.
Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî, Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes in.
Sala bîranîna Cegerxwîn
Ji bo 100'emîn salvegera jidayîkbûna Cegerxwîn weşanên Avesta helbestên wî ji nû ve weşand.
Cigerxwîn, dengê êş û azara gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de, di sala 2003'yan de kete sedsaliya xwe de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî Şexmûs Hesen e, di sala 1903'yan de li gundê Hesarê girêdayî navçeya Kercosê ye, ji dayik bû. Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe.
Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921'ê de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin.
Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn ji sala 1924'an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd, hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:
Cana xwe derîne tu ji pişta çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
Şevreş bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û derd û kederê...
- Cegerxwîn
Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:
Hawar dikim,
Ranabî kes
Şêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xişt
Û mizgevt û dêr
Em xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar!
Van çûçikan
Dexlê me xwar.
Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew.
- Cegerxwîn
Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961'ê li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959'an heta sala 1963'an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin.
Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne.
Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. 22-ê êlûna sala 1984'an Seydayê Cigerxwîn çû ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin.
Ev kesayetiya mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve sedsaliya xwe. Divê ku ew neyê ji bîr kirin.
Pirtûka bi navê Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin.
**
Berhem
HelbestÊ
Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam
Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Şam
Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd
Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû, 1980 Stockholm
Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, 1981 Stockholm
Dîwana sesem: Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982 Stockholm
Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
Dîwana hestem: Astî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockholm
Ziman û Ferheng
Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
Ji WÎKÎPÊDIAYA KURMANCÎ
spas❤
❤️
YOK APOCUYUM
BARZANİCİ,TALABANİ,İSLAMCI,YOK ALEVİCİ,DEMOKRATİK TÜRKİYEİSTİYORUM
KIZZILKURT
BEN ŞUNU BUNU İSTEMİYORUM BEN KÜRDİSTANIMI İSTİYORUM BEN ALARENGİN İSTİYORUM BİJİ KÜRDİSTAN Û ALARENGİN
😢😢😢
☀️
☀️✌️
💗💖👍🙏
😍😍😍😍😍
Kî me ez? ✔
Bjit kurdu Kürdistan
👍🏼☀️🌹☀️💜🌹🧡❤️🌺🌿🌷
❤❤❤❤❤❤
👍🏼🧿🌈🧿🌈❤️🌿🌹🌲☀️
Ez agrim ji agir im
⭐👑⭐
Yayin aç ape ethem ,almanya mülteci kamplarında çürüyoruz kürd gençleri olarak 😪
Neçe birê min!! Ev çi tirkî ye!!
@@GuhertinEz baş bi kurdî nizanim, ez li Stenbolê ji dayik bûm û mezin bûm.
@@DÊPE_23 Ji ziman zêdetir tiştekî me nema
BİJİ Kurd u KURDİSTAN 💚💛❤️
❤
❤❤❤❤