Saîdê Goyî / Bejna yarê
Вставка
- Опубліковано 10 лют 2025
- Peyv û Mûzîk : Gelerî
Album: Jinê
Blûr: Selami Gördeli
Dahol: Can Yazçiçeği
Derhenere Mûzike: Ali Doğan Gönültaş
Aranje: Ali Doğan Gönültaş
Qeyd: Studio Aran
Mix & Mastering: Roni Aran Adıbelli
Bejna yara Min bilinde
Wekî tayka sorgulê
Min çand li serê Gare'yê
Şîn bû li şarê Musil'ê
Şev û rojan di nalim
Keçê (ji) bo erdê tu lê
Bejna yara Min bilind e
Wekî tayka rihanê
Min çand li Meqlûb'ê
Şîn bû li biniya Şêxan'ê
Ez miriye çavên reşim
Bilindê sing Zozanê
(Ji) çira nayê dîlanê
Bejna yara Min bilind e
Wekî tayka nêrgizê
Min çand û li Sefîn'ê
Şîn bi li Rewandiz'ê
Ez miriye çavên reşim
Bilindê derman dizê
Bejna yara Min bilind e
Wekî tayka rêvasê
Min çand li Selmas'ê
Şîn bû li şarê Sêwas'ê
Ez miriye çavên reşim
Ji ber te mame asê
Bejna yara Min bilind e
Wekî tayka kerkolê
Min çand li Herekol'ê
Şîn bû li şarê Bîngol'ê
Ez miriye çavên reşim
Heyrana kepiya solê
Mashallah🌐
Mamê nazdar 😍😍🎶🎶🎶
❤❤❤❤
Slaw le hewlêrê
Geliye goyan geliqe kure
🙏👏
Şarkının sözlerini Türkçe ye çevirebilirmisiniz