Evdalê Zeynikê bi navê Şahê Dengbêja dihat naskirin!
Вставка
- Опубліковано 8 вер 2024
- Evdalê ku 113 salan jiya, di 3 saliya xwe de bavê xwe winda kir û ji aliyê diya xwe ve hat mezinkirin. Loma jî bi navê Evdalê Zeynikê (Kurê Zeyne) dihat naskirin.
Evdalê Zeynikê ji zaroktiyê heya piştî zewacê yekî pir belengaz, feqîr û bêdeng bûye. Çend sal piştê zewacê jî bi vî awayî dewam kiriye. Piştre bi nexweşiyeke pir giran dikeve û şeş mehan ji nav nivînan nikare derê. Rojekî jina wî dibîne ku dengekî ecêb ji Evdal tê. Meriv qey dibêje di hundirê Evdal de sîtilek av dikele, wisa dengek jê dertê. Jina wî gazî gundiyan dike dibêje werin Evdal dimire. Gundî kom dibin dibînin ku Evdal dike nalenal. Piştre Evdal radibe ser xwe, rûdine, destê xwe dide ber guhê xwe dest bi kilaman dike. Dengbêjiya Evdal ji vir dest pê dike. Êdî diçe çolê bi şevan bi rojan kilaman dibêje. Her çi dibîne li ser kilamekî derdixe.
#Çîya Artos #Evdalê Zeynikê #Çanda Kurdî#
Evdalê Zeynikê
Temo
Homeros ê Kurdan
Muzik
Çand
Çanda Kurdî
Kurmancî
Dîroka Kurdî
Zimanê Kurdî
Şîrove
Civat
👍
Êvar baş
Weşan baş
Spas ji bo va bernameya dîrokî
Êvar baş