Sirûda Kurdistanê Ey Kurdistan Ey kew Ka bêje çawa diherrime xew? Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew? Bes tu megirî hew Bijî bedew bedew Ji te re her der bela ye lew Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew Kawa û kew Wekîdin her tişt derew Ey Kurdistan Ey xwîn Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selaheddîn Di şerrê te de Mem’ î şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn Me ji çermê xwe yê çirriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn Mirina ji bo te şêrîn Li te xweş helal be her çi ji me nîvco mabe, jîn an jî evîn Kî ji me qîma xwe bi bindestiyê bîne bila lê bibe jehr û enderîn Ey Kurdistan Ey Bîr Ji bo ku te pê xwedî bikin bêrîvanên te yên dest-hevîr Ji sîngên xwe didoşin şîr, pêsîr bi pêsîr Dengbêjên te yên deng-lîr ji bo te distrên hejîr hejîr Newalên te kevan in, çemên te tîr Bi van çekan şerr dikin çiyayên te yên pîr Kes nikare xwezaya te tu carî bike hêsîr Tu mîr î, mîr Ey Kurdistan Ey agir Ji bo ku te bikin parçe û dagir Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir Me li dijî dijminên te yên kafir Li jêr û li jor şerr kir Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr Tu yî sebr Tu yî ahd û îman û cirr Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr Me ji bot e belqitand emr Me qebr kir qesr Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir Me ji bo te rijan hibr û hêsir Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir Ey Kurdistan Ey doz Bi soz, bi soz Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin zagros Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin newroz Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz
Hekû ji dil xweş hatîyê nivîsandin û xweş hatîyê ziman🌺
mirov bawer naket ku ew sirûda ji aliyê mirovekî hatiye nivîsandin, bêkêmasiye.. bijît kurd û kurdistan
Sirûda Kurdistanê
Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherrime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew
Ey Kurdistan
Ey xwîn
Serê hespê xwe berdaye bi çargavan tê Selaheddîn
Di şerrê te de Mem’ î şûrê destê xwe ji xwe re kiriye Zîn
Me ji çermê xwe yê çirriyayî ji te re çêkiriye Ala Rengîn
Nebî nebî ji bo mirina me megirî û meke şîn
Mirina ji bo te şêrîn
Li te xweş helal be her çi ji me nîvco mabe, jîn an jî evîn
Kî ji me qîma xwe bi bindestiyê bîne bila lê bibe jehr û enderîn
Ey Kurdistan
Ey Bîr
Ji bo ku te pê xwedî bikin bêrîvanên te yên dest-hevîr
Ji sîngên xwe didoşin şîr, pêsîr bi pêsîr
Dengbêjên te yên deng-lîr ji bo te distrên hejîr hejîr
Newalên te kevan in, çemên te tîr
Bi van çekan şerr dikin çiyayên te yên pîr
Kes nikare xwezaya te tu carî bike hêsîr
Tu mîr î, mîr
Ey Kurdistan
Ey agir
Ji bo ku te bikin parçe û dagir
Hov in, êrîş dikin di dest wan de bivir
Me li dijî dijminên te yên kafir
Li jêr û li jor şerr kir
Tu nizanî bê ji bo te kî mir û kî nemir
Tu her delala ber dilê me bûyî me da te qedr
Tu yî sebr
Tu yî ahd û îman û cirr
Qet nîn e ji navê te xweşiktir zikr
Me ji bot e belqitand emr
Me qebr kir qesr
Me ji koma meytên şehîdên xwe çêkir çiya û agir
Me ji bo te rijan hibr û hêsir
Me tu bi xwîna xwe kirî Tahir
Ey Kurdistan
Ey doz
Bi soz, bi soz
Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin zagros
Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin newroz
Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz
Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz
Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz
Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz
Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz
😊
Ey Kurdistan
Ey doz
Bi soz, bi soz
Dengxweş Hişyarê hêja. Mala te ava.
Bijî Kurdistan, bimre koledar
Bağlama çalmaya 6 sene önce bu şiirden sonra başlamıştım.
Ket nine navete xwestir.zikir eyyyyyy kurdistan sozu soz em te azad bike biji kurdu kurdistan ✌✌✌
Her bijî tu,! serkeftin.
Bijî Kurdistan, bimre koledar! Ağzına yüreğine sağlık.
Spas spas û spas... her hebî mamoste👏👏👏♥️♥️♥️⚘⚘⚘
Barış Görecek spas barişê hêja :)
Slav jı bo hem u gele KURD. Welat jı bo parastına zıman u biranina Diroka KURD u KURDİSTAN.
Her hebın KURD u KURDİSTAN
HER KURD EBIN...
Deng û dilê we sax be 🌸
Bijî Kurd û Kurdistan
Hêlale wê heye lo🎉
tu her hebî
Pır xweş bu keko. Ez pır xemgin bum :(
Ez heyran :( eyy KÜRDİSTAN ha bıra ev bedanamı kürbana kürdistané be
seet xeş heval
Hevalên ku dixwazin helbestên mamoste guhdar bikin karin li rûpela Rênas Jiyan (@ciruskizm) binêrin.
siata we xweş hevalno.
Dast xoeşh
Biji
yüreğinize sağlık...
yuregıne saglık
👍
16.07.2022
Hangi kitaptan okuyor acaba
Willeh kêfa we li cî ye. Ev daristana ku derê ye gelo?
superrrrr
Ben bunu yıllardır nasıl göremedim 😢
Kîjan pirtukêda dinivse
🕊️🌸
Çok güzel okunmuş parça da harika ama şiiri tam anlamiyorum türkçe çeviri varmı biyerde?
Bari şiiri türkçeleştirmeyin. Kürtçe öğren ve anla. Neden illa Türkçeye çevirmen gerek
@@azatnibak6685 merak etme kürtçe biliyorum ama şiir anlamak zor geliyor. Kürtçe biliyorsun diye hava atma Biremın😁😁😁
@@seheras7194 insanın ama dilini bilmesi hava atma konusu olamaz. Ayrıca birê min, '' biremin" değil
@@azatnibak6685 tamam sen biliyorsun herşeyi azat abi isviçreden selamlar
@@seheras7194 Kizdigim nokta kimsenin dili öğrenmek için çaba harcamaması yani kimseyi dil den soğutmak değil. Sanada Berlin den selamlar
❤
Ey Kürdistan
❤❤
❤🖤
Gotina "Belqitand" bi tirkî tê çî mane?
Belqitandin:Gebertmek
Bi Tirkî bêwateye
geberesice
superrrrr