Це відео не доступне.
Перепрошуємо.

Zaro Axa: Kurdê ku 160 salan jîyaye

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 7 гру 2023
  • Xwedê emrê te dirêj bike! Ez bawer im we hemûyan carekê be jî ev gotin bihîstîye. Baş e lê emir çend salan dirêj dibe? Kêm caran mirov dibîne ku kesek ji sed salîya xwe dirêjtir jîyaye.
    Lê werin em kurdekî wisa nas bikin ku 160 salan jîyaye; ez behsa Zaro Axa dikim. Ji ber vî emirdirêjîya xwe nav û dengê wî gihîştîye heta Amerîkayê û çend welatên din jî. Ka werin em ji destpêkê va lê binêrin.
    Zaro Axa bi eslê xwe Motkî ye û kurê Şemsî Axa ye. Ew bixwe Kurdên Dimilî, an ku Kurdên Zaza ne. Ji xeynî wî kesî him sedsela 18an, him ya 19an û him jî ya 20an nedîtîye.
    Bêguman Zaro Axa gihîştîye dewra Osmanî jî û 10 padîşahên wan dîtîye. Şerên Qirim, Rûs, Kafkas, Balqanan û Şerê Yekem ê Cîhanê û şerê dawîn ê Osmanîyan dîtîye.
    Zaro Axa teqrîben dawîya sedsela 18an koçî Stenbolê dike û di kar û barên înşaatê de dixebite. Paşê jî dibe serokê komeleya hemalan.
    Hin kes dibêjin 13 caran û hin kes jî dibêjin 26 caran zewicîye. Pênc keç û 8 kurên wî çêbûne. Li ser pirsekê Zaro Axa dibêje "Jinên ku bi wan re dizewicim zû extîyar dibin û dimirin!"
    Zaro Axa ji ber temenê xwe yê mezin li cîhanê navdar dibe û di sala 1921ê de diçe Parîsê, di 1925an de diçe Îtalyayê, di 1930an de di ser Yewnanîstnê re derbasî Emerîkayê dibe.
    Ji ber ku li cîhanê bi nav û deng bû her kesî dixwest bi navê wî reklama xwe bike.
    Di sala 1931an de wî ji bo maça Everton û Liverpoolê dibin Îngilîstanê û li wir bi Dixie Dean re silavê dide futbolhezan.
    Di Pêşkirba Delalîyê ya Cîhanê de bûye jurî jî.
    Zaro Axa li Emerîkayê dikeve destê hin kesan û wî bi belaşî derdixin sîrkan. Di şert û mercên giran de pere bi xwedîyê sîrkê dide qezenckirin, lê ew ti carî nabîne wan pereyan.
    Kî bixwaze pê re wêneyekî bikêşe divê 10 dolaran bide xwedîyê sîrkê. Lê yên bixwazin wî ramûsin jî divê 15 dolaran bidin. Lê dîsa ew pere nedigihîştin destê wî. Ev demeke dirêj wisa berdewam dike.
    Li Îrlandayê menejerê wî yê tirk ji alîyê organîzatorekî Emerîkî ve tê kuştin. Piştî darizandinê kujerê Emerîkî tê darvekirin.
    Piştî ewqas navdar bû û li ewqas welatan gerîya her kesî digot gelekî dewlemnd bûye. Lê li gorî gotinên malbata wî û ji ber sedemên gava din behs kir du qirûş û nîvê wî jî tunebû.
    Her çiqas xwestibe vegere welat jî ji ber ku bi sîrkekê re peymana wî hebû nekarî vegere.
    Lê paşê ji nişka di nûçeyan de derket ku vegerîya ye. Li gorî gotina wî piştî du sal û nîvên gelekî tundî lê hatiye kirin û hemû pereyên wî jê hatine standin.
    4 valêzên ku bi xwe re anîne jî li gumrikê jê hatine dizîn. Maye bi tena kincên li ser xwe û ew awirêk fedîyok û newêrek.
    Zaro Axa heta wê salê qet nexweş neketibû, lê piştî ku vegerîya nexweşînan dev ji wî bernedan.
    Di sala 1934an de xatir ji vê dinyaya ku ji her kesî zêdetir lê maye xwest.
    Piştî mirina wî termê wî ji bo lêkolî birin Emerîkayê. Di encamên lêkolînan de derket holê ku gelek nexweşîn di laşê wî de hene.

КОМЕНТАРІ • 3

  • @bilalekici8059
    @bilalekici8059 2 місяці тому +1

    Slâw û rêz û serkeftîn mamoste

  • @mnfmedya
    @mnfmedya 8 місяців тому +2

    Ew ki weka me kürdan be akıl biye ma kaderame awaye em cibikin !!!!

  • @muratwin34
    @muratwin34 7 місяців тому +1

    Bu şarkıyı spotifya yayınlanmasını istiyorsanız beğenin ve görmelerini sağlayın.