JIYANNAMEYA DENGBÊJ ÎRAN XANIM
Вставка
- Опубліковано 19 жов 2024
- Îran Mucered (Îran Xanim
Di dîroka netewa Kurd de ligel wan hemû qeyd û bendên civakê, hinek jinên dilêr, netirs û hunerhez hebûne ku bi her awayî be derketine qadan u huner û çanda gelê xwe pêşde birine û hebûna xwe wekî nivîya civakê selimandine. Ji ber ku bedewiya her tiştî di civakê de girêdayî beşdariya jin û mêran bi hev re ye.
Pêşengê wan jinên hunermnd, stranbêja navdar û dengxweş Eyşeşan e. Lê li rojhilate kurdistanê bi taybet herêma Urmiyê jî Îran Mucered naskirî bi Îran Xanime,
rêka hunerê da ber xwe û bû hunermendeke bi nav û deng ya Kurd. Hunermend Îran Mucered bû sembola jinên wê deverê û herêmên din ên Kurdistanê jî. Helbet berî ku Îran Xanim xebata xwe ya dengbêjiyê di radyoyê de dest pê bike, bi salan bû ku li gundên herêma Soma û Biradostê de wek jineke dengbêj hatibû naskirin. Her çiqas ku berî wê jî li deverên derdora bajarê Urmiyê de - heke bi kêmî jî be - jinên dengbêj hebûne, lê ji ber vê yekê ku Îran Xanim rewşeke fermî dabû xebata xwe ya hunerî, wek yekemîn jina Kurd a dengbêj li Urmiyê û herêmên derdora wê tê hesibandin.
-----------------------------------------------------------------------
Îran Mucered di sala (1950 - 1951) de, li Gundê Înkesû yê girêdayî herêma Bradost ser bi bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Di karê hunermendîyê de nasnava Îran Xanimê bikar aniye. Ew keça Ebdulreman û Perîşanê ye.
Malbata wê cotkar bû û jiyana wan bi dijwarî derbas dibû. Îran Muceredê temenê zaroktî û ciwaniya xwe li gundê xwe derbas kir.
Piştre ligel kesekî bi navê Seîd re dizewice û li gundê Somanava bi cîh dibe. Seîdê hevjinê Îran Mucered, piştgirî da hevjina xwe û bo dengbêjiyê piştevaniya wê kir. Piştre xebata xwe ya hunerî di beşa Kurdî ya radyoya Urmiyê de destpê kir. Li pey re di sala 1969an de Radyoyê Urmiye, Tehran û Kirmaşanê bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî di hefteyê de nîv - du seetan dest bi weşanê kir. Îran Xanim ji ber ku li wir tê naskirin, li ser daxwaza hinek dengbêjên wek Birê, Mistefa Elîzade û Hamid Yusifî, di sala (1971) de, di beşa Kurdî ya radyoya Urmiyê de dest bi dengbêjîyê kir.
Di sedsala borî de, Îran Mucered yekemîn dengbêja jin li Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin ku bi zaravê Kurmancî stran gotiye û berhem pêşkêş kirine. Di xebata xwe ya hunerî de ew qas serkevtî bû ku navê wê hemû sînor derbas kirin û dengê wê yê zelal giha her 4 aliyên welat.
Îran Muceredê dehan stran gotine ku hinek stranên wê yên giring ev in:
Arifo lawo
Bajo Emrê min
Bavê Lalo
Delal ez bi heyran
Delalo
Delalê malê
Dilê min loy loy
Domam û Pismam
Filîtê Quto
Hedo rabe
Kurê Xelqêyo
Lê lê Yemman
Domamê
Şerê Cezo û Salih Begê
Yar Gewrê
Stayla Îran Xanimê taybet e û ger kesek carekê ji dengê wê yê xweş û zelal guhdarî bike, piştre bibihîse, dê bizane ew dengê wê ye. Hinek çavkaniyên nêzîk yên Îran Muceredê diyar dikin, di 31 sala xwe ya karê dengbêjiyê de Îran Xanimê zêdeyî 100 stran çêkirine.
Ji zewaca Seîd û Îran Muceredê keçek û du law çêbûn. Lê dema Seîdê hevserê wê, jinekê li ser wê tîne, Îran Xanim napejirîne û ji bo ku teslîmê wê kevneşopê nebe û nekeve nav jiyaneke ne wekhev . helwêstê li bermaberî wê diyardeya paşverû bigre, ji mêrê xwe cuda dibe û terka gund dike. Ev yek modernbûna ramanên Îran Xanimê û pêşverûxwaziya wê derdixe holê . Seîd zarok jî jê re nedan û ew bi tenê çû. Heta demekê li cem bavê xwe dimîne, lê piştre ligel Dadaş Nasirî dizewice û li Tehranê bi cîh dibe.
Îran Mucered 3 salan li Tehranê dijî, lê piştre diçe bajarê Dîlemanê (Selams) û 15 sal li wir
Hunewrmenda dengxweş Îran Mucered, 14’ê Gelawêja sala 2001)an li taxa Islamabad a bajarê Urmiyê çû ser dilovaniya xwe û mirina wê bû kul û xemeke mezin bo ser dilê hemû evîndarên wê jina hunermend û hemû hunerhezên Kurd.
Hunermend Îran Mucered, di rewşên pirr dijwar de 31 sal xebata hunerî meşand û sedan stran pêşkêşî civakê kirin û dengê wê her dê di nav dilê nifşên pêşerojê de vê zindî bimîne.
👏👏👏👏❤❤❤her bijî
Soma bradostâ urmiya kurda
We dosyayek pir xweş amade kiriye. Lê hejmara dîtinan pir kêm e. Li ser UA-cam gelek rûpelên vala hene... Ez dixwazim ji mirovan re binivîsim: Ji çamirê dûr bikevin, dema xwe bidin pelên bi kalîte.