Shoresh Mahmoudi - Lerzane/لەرزانە (2024 © Kom Müzik)

Поділитися
Вставка
  • Опубліковано 4 лип 2024
  • #KomMüzik​​​​ Navenda Muzîka Kurdî / Kürtçe Müziğin Adresi
    Albuma “Lerzane”yê pêngavek e ji bo zindîhiştin û vejandina beşek ji muzîka herêma Mukriyan’ê ku bi pirranî ji bend û stranên dawet û govend û kevneşopîyên resen ên vê heremê pêk tê.
    Mukriyan herêmeka Kurdistanê ye ku ji başûrê Gola Urmiye’yê dest pê dike û li gorî nivîsên dîrokî û taybetmendîyên hevpar ên niştecihên wê, bajarên Şino, Nexede, Miyanduwaw, Xanê, Mehabad, Bokan, Sayîn Qela, Tikab, Serdeşt û der û dorên wan û beşeka biçûk ji bajarên Urmiye, Seqiz û Bane di xwe de dihewîne.
    Niştecihên vê herêmê bi devoka Mukriyanî ji zaravayê Kurdîya Navendî diaxivin. Ev herêm û devoka Mukriyanî xwedî wêje û folkloreka dewlemend e û hejmarek zêde hunermend, wêjevan û kesayetên Kurd ên navdar li wê derê dijîn û jîyane.
    Cureyên govendê ku li Mukriyanê tên lîstin bi pirranî Royne, Daxe, Çepî û Sêpêyî ne. Royne zêdetir li deşta Şarwêran û devera Çemê Mecîdxanê tê lîstin û muzîka wê li ser rîtma 4/4’an û bi leza 80-85 bpm’yê tê jenîn. Govanda Daxe’yê zêdetir li Mehabadê û derdora wê tê dîtin û stranên wê jî li ser rîtma 6/8’an û bi leza 120 bpm’yê tên pêşkêşkirin. Çepî û Sêpêyî li ser rîtmên 2/4 û 6/8’an û bi leza 125-135’an tên lîstin.
    Di vê şêwazê de çend amûrên muzîkê yên wekî Zerb, Dûzele, Naye (mey) û di demên dawî de Şimşal bi bendbêjê re rêhevaltîyê dikin. Di dawîyê de Dahol û Zirne wekî du amûrên din ên folklorê rola xwe lîstine û di pêkhatina vê berhemê de beşdar bûne.
    Lerzane/لەرزانە
    گیان گیان گیانەکەم
    بۆ دەگری بۆ لەرزانە
    سێ گوڵم پەسەند کردووە
    یەکیان شازی هەمووانە
    لە ڕێی سەرکانی گەیمێ
    سەبرێ گۆزەم پێ دانا
    تێی هاڵام وەکوو ڕەش‌مار
    ماچم کرد ئەو کوڵمانە
    قوربانت بم بەڵەک‌چاو
    چۆن ئەوە شەرتی ئینسافە
    ڕوو لە عاشق قەت ناکەی
    چاوت لە قوللەی قافە
    دوێنێکە یاری خۆم بووی
    ئەوڕۆ پێم دەڵێی کاکە
    زۆر لەمێژە لێم زیزی
    با ئاشت بینەوە چاکە
    گیان... گیان...
    هەر وەک کوێستانی بێستوون
    دایمەن سەرم بە تەمە
    هیچ ناوێرم بیدوێنم
    دەگەڵ من مەیلی کەمە
    بەبێ باڵات ناسک گیان
    دونیام پێ جەهەننەمە
    ئەو بارگەت بۆ کوێ تێک نا
    سەڵا قەت کەسم نەما
    گیان، گیان، گیانەکەم
    لەرزانە هیچ نێ مەگری
    هاڕەی لەسەر باڵی بێ
    وەک کەوی باسکی بەسری
    ئەگریجەکەی تێکەڵ بوون
    دەگەڵ دەسرۆکەی هەوری

    Hun dikarin bibin aboneyê kenala me û piştgrî bidin me / Kanalımıza abone olarak ve dinlediğiniz eseri beğenerek destek olabilirsiniz / بۆ پشتگری کردن لە ئێمە دەتوانن لە کاناڵەکەمان دا خۆتان ئابونە بکەن
    Ji bo hûn zêdetir mûzîkan gûhdar bikin, bibin endamê qenala me / Daha fazlası için kanalımıza Abone Olunuz : bit.ly/2kEQVxs​​​​ بۆ بیستنی موزیکی زۆرتر تکایە ئابونە ببن.
    Navnîşanên Kom Mûzîkê Yên Torên Civakî / Kom Müzik Sosyal Medya Adresleri / ناونیشانی تۆرە کۆمەڵایەتییەکانی کۆم موزیک;
    Facebook: bit.ly/2LZkbKv​​​​​
    Instagram: bit.ly/2wOeOch​​​​​
    Twitter:bit.ly/2wH9vKV

КОМЕНТАРІ • 1